Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Hatûçûna Dîplomasîyê Zêde Dibe


Dîmenek ji Enqerê (arşîv).
Dîmenek ji Enqerê (arşîv).

Di vê hefteya pêş de li Tirkiyê dû geşedanên dîplomaktîk derbarê krîza Ukraynayê dê pêk werin.

Ya yekê, serdana Serokê Îsraîlê Yitzak Herzog e ku piştî 14 salan cara yekê serdana Enqerê dike jibo hevdîtinan di navbera 9-10 Adarê de ligal rayedarên Tirk bike.

Hatûçûna dîplomasî ya duyemîn jî Foruma Dîplomasîyê ya Antalyayê ye. Ev forum bi serkêşîya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de di navbera 11-13 Adarê de dê were lidar xistin.

Li gor ragihandina Serokomarîya Îsraîlê, Herzog li ser vexwendina Erdogan ligel hevjîna xwe Mîchel Herzog serdana Tirkiyê dike.

Ewê li Beştepê Kulîyeya Serokamarîyê bi merasîma dewletê werin pêşwazîkirin û Herzog ligel Erdogan dê bicive.

Li gor pêzanînên wezaretên Derve yên Îsraîl û Tirkiyê, her du serok wê li ser têkilîyên Îsraîl û Tirkiyê bisekinin û di navbera her du dewletan de hevkarî û kordînasyonan çawa dikarin pêş bixînin ewê gotûbê bikin.

Di bergeha vê serdanê de Herzog wê li Stenbolê ligel cemata Mûsevîyan jî bicive.

Demeke dirêj bû ku têkilîyên Îsraîl û Tirkiyê xirab bûn. Li gor pêzanînên dîplomatîk, tê gotin ku bi vê serdanê armanc ew e ku têkilîyên her du welatan baş bikin.

Tirkiye piştî Herzog wê di Foruma Dîplomasîyê ya Antalyayê de sêyemîn car mêvandarîya serokên dewletan, wezîr, dîplomat û karsazên cîhanê bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu çend roj berê dîyar kir ku krîza Ukraynayê her ku diçe xirabtir dibe û divê rê neyê dayîn ku rewş dê aloztir bibe.

Wî herwiha eşkere kir ku Tirkiye dixwaze di Foruma Dîplomasîyê ya Antalayê de wezîrên derve yên Rûsî û Ukraynî bine ba hev.

Heta niha serok, sîyasetvan, akademîsyen, aqilmend, dîplomat û karsazên cîhanê pirê wan di vê forûmê de hatin ba hev û li ser pirsgirêk û vîzyonên glover radiwestin.

Di vê forûma 3’emîn de Tirkiye armanc dike ku krîza Ukrayna û Rûsyayê jî gotûbêj bike. Ji ber vî jî xwestek ew e ku wezîrên derve yên her du welatan werin cem hev.

Li ser vê forumê Walîyê Antalyayê Ersîn Yazici jî ragihand ku ewan jibo pêşwazîkirina mêvanan hemû amadekarîya xwe kirine û li bendê ne.

Raporta Eyyûp Demîr - 6ê Adarê, 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00
XS
SM
MD
LG