Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarê (CHP) Ozgur Ozel, di demên dawî de li ser pirsgirêka Kurd, gelê Kurd û HEDEP’ê hin daxuyanîyên erênî dide.
Daxuyaniyên Ozel, ji alîyê Kurdan û rêxistinên Kurdan ve jî ji nêz ve tê şapondin.
Ozel, di konreya CHP’ê ya 4-5 Mijdarê de serokatî ji destê Kemal Kiliçdaroglu qezenc kir û bû Serokê CHP’ê yê nû.
Di vê kongreyê de gelek delegeyên Kurd hebûn. Ozel di qisedana xwe ya vê derê de jî jibo Kurdan hin peyam dabûn û delegeyên Kurd rakişandibû alîyê xwe.
Ozel, di grûpa meclîsê ya CHP’ê de jî ragihand ku, “Di vî welatî de her kes wekhev e, lê Kurd kêmtir wekhev e”. Ozel li ser qayûman jî got, “Li Amed, Wan, Mêrdîn Kurd serokên şaredarîyê hildibijêrin, lê hun qeyûman destnîşan dikin. Ji ber vê di bikaranînê de Kurd kêmtir wekhev in.”
Serokê CHP’ê Ozel, di rojên borî de jî bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Pervîn Bûldan re çûbû konserta hunermenda Kurd Pervîn Çakar.
Pirsa sereke ew e, gelo CHP li ser pirsgirêka Kurd ji dil dixwaze hin tiştan biguherîne an bes tenê dixwaze di hilbijartinên 31 Adarê 2024’an de Kurd careke din piştgirî bide CHP’ê?
Rayedarên HEDEP’ê li hemberî van gotinên Ozel, ne dûr disekinin û ne jî xwe zêde nêzîk nîşan didin. Ew radigîhînin ku di pêşîya wan de rojeveke wan heye û ew jî rêya sêyemîn e, ango li her derî bi berendamên xwe dê beşdarî hilbijartinê bibin.
Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heke CHP dixwaze şaredarîyên ku di destê wan de ye car din qezenç bikin, pêwîstîya wan bi alîkarîya HEDEP’ê heye, li ber vî jî Ozel peyamên germ jibo hilbijêrê Kurd dide.
“Birêz Ozgul Ozel, baş dizane ku hilbijêrên HEDEP’ê çarenûsa vê hilbijartinê wê dîyar bike. Heke CHP dixwaze ev 11 şaredarîyên bajarê mezin car din bidest bixe, pêwîstîya wî bi HEDEP’ê heye. Heke HEDEP alîkarî nede pêkan nîne CHP bi tena serê Stenbol, Antalya, Edene, Mêrsîn û Hatay ê qezenç bike. Li ber vî jî Ozel qiseyên ku biçe kêfa hilbijêrên HEDEP’ê dike.”
Pispor jî radigîhîn ku di vê hilbijartinê de HEDEP bêtir hay jixweyî nêzîk dibe. Li ber vî jî HEDEP qasî CHP’ê nêzîkî AKP’yê ye. Di daxûyanîyên rayedarên HEDEP’ê de jî hatibû dîyarkirin ku derîyê wan ji her kesî re vekirîye.
Koordînatorê Giştî yê Navenda Lêkolînên Saha yê Civaknasîyê Yuksel Genç jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku, CHP bê HEDEP’ê nikare beledîyeyên destê xwe di hilbijartina bê de biparêze.
“HEDEP heke li rojavayê Tirkîyê alîkarî bide yek endamên CHP’ê HEDEP jî dibe ku ji CHP’ê daxwaz bike ku bila CHP jî li rojava piştgirî bide endamê HEDEP’ê. HEDEP dixwaze ku CHP jî alîkarîya wî bike. Gelek şaredarîyên mezin bi alîkarîya Kurdan CHP’ê qezenç kiribû. Lê mixabîn piştî ku beledîye ketin destê CHP, jibo Kurdan ti tiştekî taybet nehate kirin.”
Hilbijêrên HEDEP’ê radigîhînin ku heke partîya wan HEDEP dixwaze hevpeymanîyeke çêke pêwîsete vê yekê li pêşberî gel û bi awayekî eşkere bike.