Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzîkbûna Tirkîye ya BRICS û Siberoja Peywendîyên bi Welatên Rojavayî


Dîmenek ji civîna BRICS li bajarê Nizhny Novgorod li Rûsya, 11ê Hezîranê, 2024.
Dîmenek ji civîna BRICS li bajarê Nizhny Novgorod li Rûsya, 11ê Hezîranê, 2024.

Wezîrê Derva yê Tirkîyê Hakan Fîdan li bajarê Nizhny Novgorod yê Rûsyayê beşdarî civîna Wezîrên Derva yên BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hîndîstan, Çîn û Afrîqaya Başûr) bû.

Jêderên agahdar dibêjin ku ew beşdarbûna Tirkîyê ya BRICS peywendîya Tirkîyê ya jibo vê platformê zêdetir kir.

Lê, pêvajoya tevlêbûna Tirkîyê ya BRICS’ê, wekî destpêka qonaxeke nû di têkiliyên navnetewî de jî tê nirxandin.

Pirsa girîng ew e ku Tirkîye endama NATO ye û heke ew beşdarî BRICS’ê bibe wê têkilîya Enqerê bi welatên Rojava çawa be?

Pisporê têkilîyên navnetewî Doç. Dr. Hakan Guneş bawer dike ku ger Tirkîye tiştekî wiha bike peywendîya Enqerê ya bi welatên Rojava xirabtir be.

Dr. Hakan Guneş
Dr. Hakan Guneş

“BRICS bi awayekî aborî wek berxwedeneke dijî serwerîya Amerîka ye. Ev yek dikare bandoreke neyînî li ser têkilîyên Tirkîyê yên bi dewlet û sazîyên Rojavayî re bike. Lê, sînorên van bandoran zehmet e. Senaryoya herî dijwar ji NATO’yê derxistina Tirkîyê ye. Heke tiştekî wiha çêbe, ewê di nav têkilîyên navnetewî de rê li ber alozîyên sîyasî veke.”

BRICS platformeke hevkarîya aborî û sîyasî ye. Cara yekê di sala 2001’an de ji tîpên pêşîn yên Brezîlya, Rûsya, Hîndîstan û Çîn (BRIC) û di sala 2010’an de jî piştî beşdarbûna Afrîqaya Başûr êdî wek BRICS tê zanîn. Di 1’ê Çileya 2024’an de bi beşdarbûna Misir, Etopya, Îran û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hejmarâ endamên wê bû 9.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ligel Moskowê ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin. 11ê Hezîranê, 2024.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ligel Moskowê ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin. 11ê Hezîranê, 2024.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di civîna wezîrên derva ya BRICS’ê de daxwas Tirkîyê ya tevlêbûna wê hevbendîyê dîyar kir û got ku Tirkîye li platforma wekî BRICS weke derfeteke nû ya hevkariyê dibîne.

Serokwezîrê Çînê li Pekînê ji Hakan Fîdan pirsî ku gelo Enqere diwaze beşdarî BRICS’ê bibe û wî jî got ku ew bi rastî dixwazin bobon endam.

Berdevkê Kemlinê Dimitri Peskov jî gotibû ku wan daxwaza Tirkîyê ya tevlêbûna BRICS’ê bi kêfxweşî qebûl kiriye û ewê vê mijarê di civîna rêxistinê ya pêş de bînin rojevê.

Dr. Oktay Tanrisever
Dr. Oktay Tanrisever

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Prof. Dr. Oktay Tanrisever bijareya BRICS baş nabîne û dibêje ku li pêşîya Tirkîyê rêya herî girîng xurtkirina têkilîya aborî ya bi Yekîtîya Ewrupa ye.

“Bersîva Fîdan tê wateya daxwaz û vîna hikûmeta Tirkîyê, lê dibe ku ew helwest bandoreke li ser endamên BRICS’ê nede û dibe ku pêngaveke hîpotetîk be. Lewma ez bawer dikim ku niha li pêşîya Tirkîyê tiştê girîng xurtkirina têkilîyên xwe bi Yekîtîya Ewrupa re ye.”

Hin çavdêrên sîyasî jî hişyarî didin ku ger Tirkîye beşdarî BRICS’ê bibe, ewê di polîtîkaya Enqerê ya qada navnetewî de bibe serdemeke nû û ew jî di siberojeke demdirêjî de zarareke mezin bide Tirkîyê.

Raporta Eyyup Demir_Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00
XS
SM
MD
LG