Îro, 1’ê Cotmehê dora saet 9.30’an li Taxa Kizilayê ji Meclîsa Tirkîyê 100 metre dûr û li pêşîya wezareta navxweyî êrîşeke bombeyî ji alîyê du kesan ve hate kirin.
Êrîşkarekî bumbeya xwe bi xwe ve peqand û yê din jî bi çek êrîşî polîsên ber wezareta navxweyî kir. Di navbera wî û polîsan de pevçûn çêbû û êrîşkar ji alîyê polîsan ve hate kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê wezîrê navxweyî Alî Yerlîkaya li ser meday civakî peyamek weşand. Yerlîkaya rewşa bûyerê wiha ragihand:
“Saet 09.30’an li pêşya wezareta navxeşyî û rêveberiya giştî ya ewlekariyê bi otombîleke biçûk ya bazirganî, 2 terorîstan êrîşeke bombeyî kirin. Ji terorîstan yekî bombeya xwe bi xwe ve teqandîye û yê dinê jî alîyê hêzên ewlekriyê ve hatîye kuştin. Di pevçûnê de du polîsên me bi sivikî birîndar bûne. Em ji gernasên xwe re demildest başbûnê dixwazin. Heta terorîstên herî dawî bimîne emê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li cîyê teqînê parlementerê CHP'ê Mustafa Sarigul ev bûyer ji Dengê Amerîkayê wiha rave kir:
“Ev êrîş dijî aşitîyê, demokrasîyê û serxwebûnê ye. Îro vekirina parlemanê hebû, di rojeke wiha de pêkhatina vê êrîşê me hemû xemgîn dike.”
Piştî 2 meh û nîv şûn de îro parleman vedibe. Niha Parleman ji alîyên hêzên ewlekarî ve hatîye dorpêçkirin. Piştî teqînê hemû rêyên dewrûberê parlemanê hatin girtin, piştî demekê jî car din hatin vekirin.
Li ser teqînê serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li ser telefonê bi wezîrê navxweyî Alî Yerlîkaya re qise kir û pêzanîn girtin. Kiliçdaroglu ev bûyer bi tundî şermezarî kir.
Şermezarkirinek jî ji alîyê serokê şanda Yektîya Ewropayê ve hat. Serokê şandê Nîkolaus Meyer-Landrut li ser medya civakê bertêkên xwe wiha anîn ziman:
“Îro serê sibê li Enqerê êrîşeke terorîstî pêk hat. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”
Edamê Komîsyona Ewropayê Olîver Varhelyi, serokê Konseya Serokên Dewlet û Hukûmetên Ewropayê Charles Mîchel û nûnerê bilind yê karûbarên derve û sîyaseta ewlekarîyê û cîgirê serokê Komîsyonê Josep Borell Fontelles jî ev êrîş şermezarî kir.
Piştî bûyerê biryara qedexeya weşanê ji alîyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê ve hate dayîn.