Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Tevlîkirina Parêzgehên Ukraynayê ji Aliyê Rûsyayê ve Red Dike


Tirkiyê roja Şemiyê got ku tevlîkirina çar parêzgehên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve "binpêkirineke mezin" ya yasaya navdewletî ye û daxwaza danûstandinan kir ji bo bidawîkirina şer.

Daxuyaniya Wezareta Derve got ku Enqerê di sala 2014an de pênasîn bi tevlîkirina Rûsyayê ya Qirimê nekir û heman helwest nîşan da piştî ku Rûsya roja Îniyê Lugansk, Donetsk, Kherson û Zaporizhzhia beşek ji axa xwe ragihand piştî referandumên ku li seranserê cîhanê wek dengdaneke sexte hatin şermezarkirin.

Wezaretê got, "Tirkiyê di referanduma ne rewa ya sala 2014an de pênasîn bi tevlîkirina Rûsyayê ya Qirimê nekir û di her fersendê de piştgirîya xwe ya bi hêz ji yekparçeyîya axa Ukraynayê, serxwebûn û serweriya Ukraynayê re nîşan da."

Wê got ku wê tevlîkirina dawî red kir "ku binpêkirineke giran e ji prensîbên damezrandî yên yaseya navneteweyî re".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştgiriya xwe ya ji bo çareserkirina vî şerî ku her diçe girantir dibe, li ser bingeha aştiyeke dadmend ku dê bi rêya danûstandinan pêk were, dubare dikin."

Endama NATO Tirkiyê di dirêjahiya şerê 7 mehan de hewl da bêalî bimîne û tevlî cezayên Rojava yên li dijî Rûsyayê nebû.

Enqere pala xwe dide ser neft û gaza Rûsî û serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze bazirganiya bi Moskoyê re zêde bike ji ber ku ew hewl dide aboriya têkçûyî berî hilbijartinên Hezîrana bê de seqamgîr bike.

Erdogan di çarçoveya lûtkeya herêmî ya meha borî de li Ozbekistanê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re civiya.

Lê Tirkiyê niha dinirxîne ka ew ê bi karanîna sîstema a dravdana Mir ya Rûsyayê rawestîne ya na, piştî ku hişyariyên dubare ji Amerîkayê werdigirin.

Waşintonê fişar li ser bank û karsazên Tirkiyê zêde kir da ku li gorî cezayên rojavayî yên li dijî Rûsyayê tevbigerin û hişyarî da ku saziyên Tirkî bi xwe jî dikevin ber metirsiya qonaxa duemîn ya cezayan.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG