Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk (SAMER) li bajarên Kurdan li Tirkiyê lêkolînek li ser dengên hilbijêrên Kurd çêkir û weşand.
Di encama vê lêkolînê de tê ragihandin ku li gor hilbijartinên şaredarîyê yên sala 2019’an Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li bajarên kurdan dengê xwe bilind kirîye û Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) jî dengê xwe kêm kirîye.
Kordînatora Giştî ya SAMER’ê Yuksel Genç ji Dengê Amerîkayê re gava encama vê raportê şîrove kir, ragihand ku bala cîwanan bêtir li ser DEM Partî’yê ye.
“Me di demên berê de jî lêkolîn çêkiribûn, lê di vê lêkolînê de me dît ku DEM Partî bêtir bala cîwanan, yên ku temenê wan di navbera 18-24’an de ye, dikşîne. Di lêkolînên me de cara yekeme ku tiştekî wiha derdikeve.”
Ev lêkolîn li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Batman, Sêrt, Şirnax, Cûlemêrg, Agirî, Muş, Çewlik, Bitlîs, Qers, Dersim û Ixdirê li ser 1502 kesan hatîye çêkirin. Tê ragihandin ku di vê lêkolînê de beşa xetayê ji sedî 5, beşa ewlehîyê jî ji sedî 95 e.
Hilbijartinên şaredarîyê di 31’ê Adara 2019’an de hatibû çêkirin, yên bê jî wê di 31 Adara 2024’an de pêk werin.
Di daneyên lêkolîna SAMER’ê de tê ragihandin ku DEM Partîyê li gor hilbijartinên sala 2019’an dengê xwe ji sedî 9,2 zêde kirîye û di dengê AKP’ê de jî ji sedî 5 daketin çêbûye.
Di hilbijartinên şaredarîyê de endamên ku ji alîyên partîyên sîyasî ve tên dîyarkirin li gor hilbijartinê parlementoyê bêtir girînge.
Di vê lêkolînê de jî tê nîşandayîn ku girîngîya vê yekê ji alîyên hilbijêrên AKP’ê ve ji sedî 36,8 û yên DEM Partî’yê ve jî ji sedî 69,5 hatîye dîyarkirin.
Ji hilbêjêran pirseke wiha hatîye kirin: “Di hilbijartinên Adara 2024’an de hunê dengê xwe bidin kîjan partîyê?” Ji sedî 52,9 DEM Partî, ji sedî 22,2 AKP, ji sedî 7,1 CHP derketîye.
SAMER’ê berî hilbijartinên 14 Gulana 2023’yan jî li bajarên Kurdan lêkolînek kirbû û himan tişt pirsî bû. Li gor vî jî ji sedî 51,1 Partîya Çep ya Kesk (HDP/DEM Partî), ji sedan 29,1 AKP, ji sedan 9,6 CHP derketibû.
Di hilbijartinên şaredarîyê yên 2019’an de jî li bajarên Kurdan rêjeya partîyên sîyasî wiha bû: Ji sedî 43,7 HDEP/DEM Partî, ji sedî 27,2 AKP, ji sedî 6,1 jî CHP derketibû.
Li ser hilbijartinên 2019’an 5 meh derbas nebûbû ku li ser şaredarîyên HDP/DEM Partî qayûm hatin destnîşankirin û di nav 5 salan de li ser 48 şaredarîyan qayûm hate dîyarkirin.
Koordînatora Giştî ya SAMER’ê Yuksel Genç, li gor encama derketî radigîhîne ku Kurd di vê hilbijartinê de herî zêde ewlekarîya şaredarîyan dixwazin:
“Hilbijêrên Kurd berî her tiştî dibêjin her kî dibe bila bibe şaredar, ew pêwîstîya giran di ewlekarîya şaredarîyan dibînin. Li ber vî jî hilbijêrên Kurd li pey garantîyê ne. Ew dixwazin ku vêna xwe ya herêmî di bin ewlehîyê de bibînin.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku, Rayedarê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasûn jî ji Dengê Amerîkayê re ragihandibû ku ji sala 2015’an heta 2023’yan li bajarê Kurdan di dengê HDP/DEM Partîyê ji sedî 45 daketin pêk hatîye.