Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Tunç: Armanca Me jibo Tirkîyê Qonaxeke Nû Ye


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç îro Înê got ku armanca danûstandinên dawî çêkirina Tirkîyeyeke bê teror e.

Tunç dîyar kir ku ew xebat didomin ku piştî danûstandinên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan destpê kirine.

‘’Armanca me hemîyan qonaxeke nû û Tirkîyeyeke be teror e. Tirk, Kurd, Çerkez, Laz, bê ku em cudahîyê bikin, divê em yekîtîya xwe û enîya navxweyî hîn xurt bikin û êdî ber bi Tirkîyeyeke bê teror gav biavêjin.’’

Wî got ew bi danûstandinên dawî nêzî Tirkîyeyeke bê teror bûne.

Tunç dîyar kir ku ser vê mijarê berpirsîyên herkesî hene û divê herkes li gor berpirsîyên xwe tevbigere.

Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

PKK’ê ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.

DEM Partî roja Duşemê serdana Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatê û hevbenda wê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) dike.

Çaverê ye şandeyeke DEM Partî û Serokê Tirkîyê û AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî hefteya pêş bicivin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG