Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Bajarvanîyan û Rêvebirîya Herêmî ya Giştî (TUM BEL-SEN) îro li avahîya Yekîtîya Mulkîyeyîyan li ser hilbijartinên 31 Adarê û destnîşankirina qayuman preskonferansek li dar xist.
Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Erdal Bozkurt di aqaftina xwe de li ser hilbijartinê şaredarîyê rawestîya û ragihand ku destnîşankirina qayuman di nav pênc salan de vêna gel ya demokratîk xesp kirîye û hemû şaredarî jî şêlandîye. Bozkurt nêrîna xwe wiha anî ziman:
“Hilbijartinên pêşîya me tenê bi hatina kesekê çareser nabe. Îro li ser şaredarîyan tarîtîyek heye û hemû jîyana azadî û demokrasîyê ji holê hatiye rakirin. Di dêl kesên bijartî de qayum hatine destnîşankirin û vêna gel ji holê hatiye rakirin.”
HDP/DEM Partî di hilbijartinên 2019’an de 8 bajar, 50 navçe bi tevahî 58 şaredarî gezenç kiribû. Li li ser 48 şaredarîyan qayum hate destnîşankirin. 807 kesên HDP’ê ji endamtîya meclîsa şaredarîyê hate durxistin û 84 hevserokên şaredarîyê hatin binçavkirin û girtin û hêjî gelek şaredar girtî ne.
Di 31 Adarê de wê li tevahîya Tirkîyê hilbijartinên şaredarîyê car din werin çêkirin. Bozkurt, ragihand ku ew wek sendîkaya beledîyeyan dixwazin ku ev gavên dijî demokrasî û azadîyê neyên durabekirin. Bozkurt li vê derê bangî rêxistinên sîvîl û sendîkayan kir û got:
“Berî her tiştî pêwîste ev rewş were guhertin. Em her tiştî di nav rêvebirîyeke demokratîk û beşdarbûyîna giştî de dibînin. Pêwîstî bi wekhevî, demokrasî, aşitî û dadê heye. Jiber vê jî bar dikeve ser milê hemû sazîyên demoratîk û aşîtxwazan.”
Rêvebira TUM BEL-SEN’ê Evîndar Oncu Oncu rûxandinên ku li ser şaredarîyên Kurdan pêk hatiye ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir. Oncu ragihand ku piştî destnîşankirina qayuman li her derî pirsgirêke civakî û rêvebirîyê destpêkirîye.
“Qayuman aniha li Kurdistanê xetereke mezin pêk anîye. Berî her tiştî mafên xwezayî yê demokratîk binpêkirîye û bawerîya gel ji demokrasîyê qutkirîye. Gava em li vî temaşe dikin ev yek di ana de qeyraneke civakî pêkanîye.”
Oncu radigîhîne ku karê sendîkaya wan bi tevahî li ser karmendên şaredarîyan in. Jiber vê jî Oncu dide dîyarkirin ku destnîşankirina qayuman yekser bendora xwe li ser karmendên beledîyeyan jî dîyar kirîye. Ew vê yekê jî wiha tîne ziman:
“Karê me yekser bi karmendên şaredarîyan re ye û endamên sendîkaye me jî ji wan in. Li ber vî jî li qadên şaredarîyê çi diqewimin yekser em jî agahdar dibin. Piştî ku li ser şaredarîyên Kurdistanê qayum hatin destnîşankirin, bandoreke rûşandinê li ser karmendên şaredarîyan jî xwe dîyar kir. Ev bizavên dijî demokrasîyê pêwîste car din neyên dubarekirin.”
Sendîkaya Tum Bel-Sen
Nêzîkî 30 hezar endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Bajarvanîyan û Rêvebirîya Herêmî ya Giştî (TUM BEL-SEN) heye û tevahîya vana ji karkerên bajarvanîyan pêk tên. Ev sendîka di sala 1990’da de, piştî ku hate demazirandin, di nav Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) de cî girt. Xebatên vê sendîkayê jî bêtir li ser rêxistinkirina xebatkarên şaredarîyan û rapor kirina karûbarên beledîyeyan e.