Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Cezayê Zindanê li Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk Dibire


Dadgeheke Tirkîyê îro 10 sal cezayê girtîgehê li cîgira berê ya hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Aysel Tugluk birî.

Dadgehê bi îdiaya “rêvebirina rêxistina terorîst" ceza li sîyasetvana Kurd birî.

Xanim Tugluk, ku berê parlamentera Wanê bû, di 28'ê Berfanbara 2016'an de hatibû girtin.

Tugluk berê jî di destpêka 2018'an de, jiber "rikeberîya qanûna civînê û xwepêşandanê" bi 1 sal û 6 meh cezayê zindanê girtibû.

XS
SM
MD
LG