Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Darizandina Yekê ya Trump Dîyar Bû


Trump dema ku gihîşt dadgeha Manhattan li New Yorkê (Sibat, 15, 2024).
Trump dema ku gihîşt dadgeha Manhattan li New Yorkê (Sibat, 15, 2024).

Dadwerekî New Yorkê îro Pêncşemê gava pêşî di destpêkirina darizandina tawanbarî ya Serokê Amerîkî yê berê Donald Trump de avêt.

Ev cara yekê ye di dîroka Amerîka de ku serekokî berê rastî dadgehkirineke cezayî tê.

Doza li dijî Trump derbarê tawanbarîyên ku wî belgeyên karsazîya xwe sexte kiriye da ku dana pereyên bo aktereke fîlmên seksî berî ku bibe serok sala 2016’an veşêre.

Wêneyeke nîgarkêşî ya dadwer Juan Merchan.
Wêneyeke nîgarkêşî ya dadwer Juan Merchan.

Dadwer Juan Merchan ragihand ku bijartina endamên komîteya sondxwaran jibo darizandinê wê di 25’ê Adarê de destpê bike. Ev yek hat tevî protestokirina ji alîyê Trump ve ku dibêje pêkanîna vê dadgehkirinê dê maytêkirinê di kempeyna wî ya hilbijartinên serokatî yên Mijdara 2024’an bike.

Li şûna ku beşdarî kempeyna xwe bibe, ewê êdî ji Trump were xwestin ku bi awayekî rojane li dadgehê amade be. Hinek parêzerên, ku di nav dozê de ne, pêşbîn dikin ku ev darizandin şeş hefteyan bidome.

Trump yê 77 salî berbijarê pêşî yê Partîya Komarî jibo hilbijartinên serokatîyê ye. Tê pêşbînkirin ku ew careke din ligel Serokê Demokrat Joe Biden yê 81 salî jibo seroktîyê têkeve nav pêşbirkê. Di sala 2020’an de Trump di hilbijartina hember Biden de têk çûbû.

Ji bilî vê doza New Yorkê, sê dozên din yên tawanbarîyê dijî Trump hene ku bi tevahî 91 tawanbarî di nav de cîh digirin. Du ji wan dozan derbarê salixdanên ku Trump hewil da ku têkçûna xwe ya hilbijartinên 2020’an biguherîne. Ya din jî serokê berê bi wê yekê tawanbar dike ku wî bi awayekî neqanûnî belgeyên nepenî ligel xwe biribû mala xwe ya Florîda, dema ku seroktîya wî b idawî bûbû.

Trump hemû van tawanbarîyan red dike.

Eger Trump were ceza kirin, dibe ku çend salên zindankirinê li wî werin birîn. Serokê berê dozgeran bi wê yekê tawanbar dike ku ew hewil didin rê li ber wî bigirin ku careke din seroktîyê bi dest nexîne.

Serokê berê Donald Trump li dema rûniştina guhdarîkirinê ya dadgeha New York (Sibat, 15, 2024).
Serokê berê Donald Trump li dema rûniştina guhdarîkirinê ya dadgeha New York (Sibat, 15, 2024).

Berî ku roja Pêncşemê derbazî dadgehê bibe, Trump ji rojnamevanan re got ku “ger min xwe jibo seroktîyê nekiriba namzed, wan dijî min doz venedikir.”

Di doza New Yorkê de, 34 tawanbarî hene ku dibêjin Trump belgeyên karsazî sexte kirine da ku dana 130 hezar dolar bo akter porno Stormy Daniels veşêre. Tawanbarî dibêjin ku mebesta Trump ji wê yekê ew bû ku nehêle Daniels peywendîyeke xwe ya seksî ligel Trump eşkere neke. Trump bi berdewamî îdîaya Daniels red dike.

Dozger Fani Willis
Dozger Fani Willis

Di rûniştneke cuda ya guhdarîkirinê de îro Pêncşemê li bajarê Atlanta, parêzerên Trump daxwazê ji dadwerekî eyaleta Georgia dikin ku dozger doza li dijî Trump vekiriye hilîne. Ev doz Trump û çend piştgirên wî yên siyasî bi hewldana guhertina encamên hilbijartina 2020’an li wîlayetê tawanbar dike.

Dozgera hilbijartî, Fani Willis, mikur hatiye ku peywendîyeke wê ya romatîk ligel parêzer Nathan Wade heye. Wilis, Wade tevlî doze kiriye da ku alîkarîyê di amadekirina tawanbarîyê de bike.

Parêzerên Trump û hinek kesên nêzîkî wî îdîa dikin ku pereyê Wade ji karê xwe yê di vê dozê de werdigire jibo çend betlaneyên ligel dozger Willis hatiye bikaranîn.

XS
SM
MD
LG