Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bi Bacên Nû Şerê Bazirganiyê bi Kanada re Tund Dike


Alên Kanada û Amerîka jli ser sinorên hert du welatn têne ditîn.
Alên Kanada û Amerîka jli ser sinorên hert du welatn têne ditîn.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê li ser pola û aluminyum yên Kanada bacên nû yên mezin ragihand, hevdem gefa "girtina" pîşesaziya wê ya otombîlan xwar û got ku jibo dawîkirina şerê bazirganî baştirîn rê yekkiirna wê bi Amerîkayê re ye.

Serok Donald Trump roja Sêşemê dîyar kir ku wî ferman daye wezîrê xwe yê bazirganîyê bacên ser pola û aluminyumê ku ji Kanada têne Amerîka ji sedî 25% din zêde bikin û tevahîya baca li ser wan hilberan bike 50%.

Trump du qatkirina bacên ser wan hilberên Kanada ji ser platforma xwe ya media civakî Truth Social ragihand û got ku bacên bi rêjeyên nû ku wê sibeha Çarşemê bikevin merîyetê.

Bacên nû ji elektronîk bigire heya wesayît û alavên avahîsaziyê wê ser hema hema her tiştî banorê bikin.

Kanada bi dîrokî yek ji hevbendên herî nêz yên Amerîka ye û her du welat hevkarên bazirganîyê yên serekî ne. Lê niha ser bazirganî û serwerîya Kanada ew ketine nav şerekê devkî ya awarte.

Serokwezîrê dahatû yê Kanada Mark Carney Yekşemê ser gotar û gavên Trump nerazîbûnek tund nîşan da, soz da ku jibo"şêwaza jiyanê ya Kanadayî" rabe ser pê û got ku ger hewce bike Kanadayî jibo şer "her tim amade ne."

Eyaleta Ontario ya Kanada wek bersîva zêdekirina bacên ji alîyê Trump ve, baca ser elektrîka ku ji wê eyaletê tê firotinê Amerîka ji sedî 25 zêde kiribû.

"Ezê di demek nêz de jibo elektrîka li herêma gefkirî de Rewşa Awarte ya Netewî ragihînim," wî got.

Serokwezîrê Ontario Doug Ford li ser X’ê bersîva Trump da û got ku w û pade gav navêjin û hikûmeta wî bihayê elektrîkê ku dide hin beşên eyaletên New York, Michigan û Minnesota bilind dike.

"Serok Trump bi dost û hevbendê herî nêz yê Amerîka re şerekî bazirganî û baca bêserûber da destpêkirin. Heta ku xeterîya bacan ji holê ranebe, emê paşde gav navêjin, " Ford got.

Serokê Amerîka Trump herwiha anî ziman ku " divê Kanada demûdest Bacên ser Cotkaran yên Dij-Amerîkî rake, yên ji % 250 heta % 390 li ser cûrbecûr hilberên şîr yên Amerîka . "

Wî herwiha gef xwar ku ger Kanada bacên pir zêdê din yên demdirêj raneke, ewê ji 2’yê Nîsanê ve bacên li ser otomobîlên dikevin Amerîka bi aweyekî berbiçav zêde bike.

Di heman postê de, Trump got "tenê tiştê watedar " ew e ku Kanada wekî eyaleta 51. beşdarî Amerîka bibe.

"Ev yek wê hemî bac û her tiştê din bi tevahî ji holê rake. Wê bacên Kanadayî bi berbiçav kêm bin, ewê di ware leşkerî ve ewletir bin û hevdem wê êdî keşaya Sînorê Bakur nemîne," Trump got.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG