Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê berevanîya biryara ser vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê kir.
Trump da zanîn ku ew ‘’bi salan e’’ bo vekişandina leşkerên Amerîkî dixebite.
‘’6 mehên berê gava min xwest ku ez leşkerên Amerîkî vekişînim min qebûl kir ku em hinekî din bimînin. Dewleta Îslamî (DAIŞ), dijmina herêmî ya Rûsya, Îran, Sûrîye û yên din e’’ Trump nivîsî.
Trump dîyar kir ku ew li Sûrîyê dijî DAIŞ’ê bi ser ketine û ‘’êdî wexta vegera mal e’’
Wî bi berdewamî ‘’Ma em dixwazin heta hetayê li wir bimînin?’’ nivîsî û da zanîn ku dem hatiye ku yên din jî dijî DAIŞ’ê cengê bikin.