Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû Trump Dibêje Serdema Zêrîn ya Amerîka Destpê Dike


Donald Trump,serokê 47an yê Amerîka.
Donald Trump,serokê 47an yê Amerîka.

Donald Trump bi merasîmeke taybet ya li Washingtonê wek serokê 47an yê Amerîka sond xwar û di gotara xwe ya destpêkirina seroktîyê de soz da ku dest bi serdemek nû ya mezinahiya Amerîkî bike.

"Serdema zêrîn ya Amerîkayê ji vê kêlîyê ve dest pê dike. Ji îro pê ve, welatê me wê li seranserî cîhanê jinûve geş bibe û rêz lê were girtin," serokê nû Trump got.

Serokê nû Trump ser jinûve hilbijartina xwe dîyar kir ku gelek kesan bawer dikir ne pêkan e ew vegerek siyasî ya wiha dîrokî pêk bîne, “lê wek ku hûn îro li vir dibînin, ez li vir im," wî got.

"Ez niha li pêşberî we radiwestim, mîna delîlek ku qet nedihat bawer kirin ku tiştek li Amerîka ne pêkan e ku were kirin," wî got.

Trump soz da ku wê Amerîka ji tiştê ku wî wekî rizgarkirina xiyaneta bi salan pênase kir, rizgar bike.

Trump got ku "ev hatiye erkdar kirin ku bi tevahî îxaneta xedar paşve bixe" û soz da ku "bawerî, dewlemendî, demokrasîya wan û azadîya wan (Amerîkîyan) vegerîne."

"Ji vê gavê û pê ve, paşketina Amerîka bi dawî bû," wî got.

Wî dîyar kir ku ewê berî pêşî koçberîya neqanûnî asteng bike û wî xwe wekî rizgarkerek neteweyî ku ji hêla Xwedê ve hatîye hilbijartin bi nav kir.

"Berî her tiştî, ezê li ser sînorê me yê başûr rewşa awarte ya neteweyî ragihînim. "Hemû hatinên neqanûnî wê demûdest were rawestandin û emê dest bi pêyvajoya vegerandina bi mîlyonan biyanîyên sûcdar bo cihên ku jê hatine, "Trump got.

Trump herwiha ragihand ku jibo astengkirina koçberîya neqanûnî bişîne ser sînorê bi Meksîka re, û siyaseta xwe ya "mayina li Meksîko" vegerîne.

Wî got ku ewê berdana koçberan li Amerîka jibo penaxwaziyê, ku bi navê "girtin û berdan" tê zanîn, biqedîne.

Trump di axaftina xwe ya sondxwarinê de dîyar kir ku hikûmet bi "krîza pêbaweriyê" re rûbirû ye û got ku di bin rêveberiya wî de "serwerîya me wê jinûve were vegerandin. Ewlehiya me dê were vegerandin. Wê terazîya dadmendîyê jinûve were hevsengkirin.”

“Ji îro û pê ve nêrînek nû wê li ser axa me serwerîyê bike. Ji vê gavê û pê ve, ew pêşî Amerîka be, "wî got.

Trump bang li ajansên hikûmeta federal kir ku bi armanca kêmkirina lêçûnên welatîyên Amerîkî tevbigerin, lê ti hûrgilîyên din neda, li gor belgeyek Qesra Spî ku roja Duşemê hate weşandin.

"Hemû ajans wê tedbîrên awarte bistînin da ku lêçûnên jiyanê kêm bikin," belgeya ku çend kêliyên piştî sondxwarina Trump hate weşandin de, hate gotin.

SerokTrump herwiha got ku ewê rewşa awarte ya enerjiyê ya neteweyî ragihîne ku hilberîna neft û gazê ya Amerîkî zêde bike û lêçûnên Amerîkîyan kêm bike.

Serokê 78 eşkere kir ku ewê îmzakirina komek fermanên rêvebirinê gava yekê be, "jibo vegerandina tam ya Amerîkayê û şoreşa aqilê hevpar".

Wî herwiha destnîşan kir ku wê enflosyana bilind ya heyî ji hole rabike.

Enflasyon di Hezîrana 2022’an de derket ji sedî 9.1 ‘an, piştî ku bi domdarî di 17 mehên pêşîn yên seroktîya Biden de ji asta sedî 0.1 da ma, di Gulana 2020’an de zêde bû.

Daneyên herî dawî destnîşan dikin ku ji Berfanbarê enflosyan daketiye ji sedî 2.9’an.

Trump di gotara xwe ya sondxwarinê de got ku siyaseta fermî ya revebirîya wî wê tenê du zayendan nas bike, pratîka heyî ya pêşkêşkirina vebijarka zayenda sêyemîn di hin mîhengan de bi dawî dike.

"Ezê herwiha polîtîkaya hikûmetê ya ku hewl dide ku nijad û zayenda civakî di her warê jiyana giştî û taybetî de endezyar bike biqedînim... Ji îro pê ve, wê ji vir şûnde siyaseta fermî ya revebirîya Amerîk be ku tenê du zayend hene. jin û mêr, "wî got.

Trump got ku ew dixwaze astronotên Amerîkî bişîne Marsê û got ku "ewê çarenivîsa me ya eşkere li stêrkan bişopînin" û "stêrk û xetên li gerstêrka Marsê biçînin."

Serokê nû hevdem destnîşan kir ku ev bibe aştîxwaz û aştîçêker.

Mîrasa min a herî serbilind wê aştîxwaz û yekkar be. Tiştê ku ez dixwazim bibim aştîxwaz û yekker ev e," Trump got.

Trump îro Duşemê nîvro saet 12:01’an de di merasîma li hundurê Kongresa Amerîka (Kapîtol) ku ji hêla Dadwerê Giştî John Roberts ve hat rêvebirin, sonda seroktîyê ya jibo" parastin û berevanîya" Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê xwar.

Cîgirê wî, JD Vance, berîya Trump sond xwar.

Gotara Trump bi qasî 30 deqîqeyan berdewam kir ku li gor pîvanên Trump wek axaftinek pir kurt hat nirxandin.

Axaftinên kempanyaya wî ya 2024’an pir caran zêdetirî saetekê berdewam kiribûn.

XS
SM
MD
LG