Serokê Amerîka Donald Trump jibo Cejna Newrozê peyamek weşand.
Trump di mesaja xwe de dîyar kir ku ew jibo hemî kesên ku li cîhanê Newrozê pîroz dikin xêr û xweşîyê dixwaze.
‘’Li Îranê, Îraq, Tirkîye, Asya Başûr û Asya Navîn bi mîlyonan kes di vê wextê de hatina biharê pîroz dikin. Wateya Newrozê di Farisî de, ‘’roja nû’’ ye ku jibo pîrozkirina destpêkên nû fersendek e; seba Îranîyên ku hatine welatê me jî cejneke pir girîng e.’’ Trump got.
Trump bi berdewamî da zanîn ku wî bi Îranîyên Amerîkî re bi salan hevaltîyeke baş kiriye û got ku Îranî yek ji komên serkeftî yên koçberan in.
Hêjayî bîrxistinê ye, Trump bi fermaneke qanûndêr rê li ber hatine hemwelatîyên 6 dewletan girtibû ku yek ji wan Îran bû.