Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya Amerîkîyan Dijî Pêşnîyara Trump ya Hember Misilman In


Pirsnameyeke nû ya NBC News/Wall Street Journal destnîşan dike ku nezîkî 60 ji sedê Amerîkî dijberîya pêşnîyara Donald Trump in ku daxwaza qedexekirina hatina Misilmanan ya Amerîka dike.

57 ji sedê beşdarvanên anketê dijî nêrîna berbijarê Komarî yê seroktîyê, Trump in û tenê 25 ji sedê hevîrê wî ne.

Di nav endamên Partîya Komarî de, pêşnîyara Trump heta 42 ji sedê piştgirî werdigire.

Berevajîya wê yekê, %75 ya Demokratan û %55 ya kesên serbixwe dibêjin, ew pêşnîyara Trump ya nehêlana Misilmanan bo Amerîka qebûl nakin.

XS
SM
MD
LG