Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dibe ku Salman li Pêy Kuştina Xaşiqcî Be


Trump û Mihemed Bîn Salman
Trump û Mihemed Bîn Salman

Serokê Amerîka Donald Trump got ku berpirsîya operasyona ku bû sedema kuştina Cemal Xaşiqcî li ser milê prens Mihemed Bîn Salman e.

Trump ji rojnameya Wall Street Journal re got ku berpirîsya wê bûyerê hîn li jor e.

“Herkes dizane ku prens Salman li wî welatî hemî tişt bi rêve dibe û ger kesekî berpirs hebe, ew jî Salman e.”

Trump ji rojnamê re got ku wî xwest bawerîya gotinên Salman bike, dema ji wî re gotibû ku karbidestên payanizim ew kuştinkarîya li konsulxaneya Saudî ya li Stenbolê kiriye.

Wî da zanîn ku di qonaxa niha de êdî nêrîna wî ya ser bûyerê hinek guherîye.

XS
SM
MD
LG