Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Paketa Awarte ya Pêşîgirtina Korona Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê pêşnîyara qanûnek îmza kir jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona 8.3 mîlyar dolar dirav peyda dike.

Ew dirava peydakirî wê jibo hikûmeta federalî û herwiha jibo yên eyaletan û rêvebirîyên xwecîhî were şandin.

Trump, ku biryar bu li avahîya Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) ew pêşnîyar îmza bikira, li Qesira Sipî ew îmza kir.

Wî ji nûçegîhanan re got ku jiber raportên ku karmendên CDC jî bi vîrusê ketine, ew çûna wê derê betal kir.

“Dibe ku ez hîn jî herim Navendên Kontrolkirin û Pêşgirtina Nexweşîyan ya Amerîka. Ka em binêrin wê çawa be,” Trump bi berdewamî got.

Di nav paketa awarte de 2.2 mîlyar dolar jibo amadekarîya sazîyên saxlemî tê dayîn ku pêşî li belavbûna korona li hindurê Amerîka bigirin û pirtir ji 3 mîlyar dolar jî jibo lêkolînên peydakirina perpûna (derzi) korona tê veqetandin.

Civata Nûneran û Civata Senatoran roja Çarşemê û Pêncşemê pêşnîyar bi dengên mezin pejirandibû û ew şandibû pêş Serok Trump.

Qesira Sipî di destpêkê de 2.5 mîlyar dolat xwestibû ku şerê dijî korona bike, lê qanûndanêran ew bi tundî rexne kiribû Trump bi cidî negirtona metirsîya korona tawnabar kiribûn.

Heta îro Înê li seranser Amerîka li 18 eyaletan pirtir ji 200 kes bi vê vîrusê ketine û sazîyên saxlemîyê hişyarî didin ku ew hejmar dê zêdetir be.

XS
SM
MD
LG