Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Welatên Cîhanê Dijî Koreya Bakur Xurt Bin


Serokê Amerîka Donald Trump û balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley dibêjin ku toleyên nû yên dijî Koreya Bakur, bo kontrolkirina bernama Pyongyan ya navokî pêdivî ne.

"Piştî çend salên neserketî, niha welatên cîhanê dicivin ku bersîvdana gefa Koreya Bakur bidin. Divê em xurt bin, bi biryar bin,'' Trump îro Sêşemê ji hesaba xwe ya Twitter’ê got.

Haley jî ji kanala NBC re, li ser Koreya Bakur daxuyanî da. “Ez ne piştrast im ku toleyên nû dê kêrhatî bin, yan ne jiber ku berê jî cezayên wiha hatibûn danan, lê pir karîger nedûbûn. Rêberê Koreya Bakurî, Kim Jong Un jî ti alaqa nîşan neda ku ji programa xwe ya navokî û balîstîkî dûr keve. “

Lê, Haley dibêje ku toleyên aborî dê giwaştinê li ser Kim bike ku dawîya rêkê bibîne û biryarê bide ku ew bi êrîşkirina Amerîka dikarê seketî be yan ne.

XS
SM
MD
LG