Serokê Amerîka Donald Trump got ku ew dixwaze ser peymanekê navokî bi Îranê re danûstandinan bike.
Trump herwiha dîyar kir ku wî roja Pêncşemê ji rêberîya Îranê re nameyeke şandiye û tê de gotiye ew hêvî dike ku Tehran jibo pêkanîna danûstandinan hevbîr bin.
Serokê Amerîka ev daxuyanî di hevpeyvînek ligel Fox Business Network de da.
"Min got, ez hêvî dikim ku hûnê danûstandinan bikin, jiber ku wê jibo Îranê gelek baştir be," wî got.
Trump herwiha dîyar kir ku bi bawerîya wî, rêberên Îranê dixwazin wê nameyê bistînin û bal kişand ku Amerîka nikare bihêle çekek din ya navokî çêbe.
"Du rê hene ku Îran were rêve birin: leşkerî, yan çêkirina peymanekê. Ez tercîh dikim ku peymanekê çêbikim, jiber ku ez naxwazim zararê bidim Îranê. Ew mirovên bir baş in," wlî got.
Tê texmîn kirin ku name ji Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî re hatiye şandin.
Qesira Sipî di derbarê vê mijarê de, daxuyanî nedaye.
Trump di serdama xwe ya yêkê ya seroktîyê de, di 2018’an de Amerîka ji peymana navokî ya Tehranê ya 2015’an ya bi şeş hêzên cîhanê vekişandibû û toleyên ku aborîya Îranê hilweişdanine, jinûve zindî kiribûn.
Lê, wî di vê Sibatê de got ku ew dixwaze bi Îranê re peymankê çê bike ku hilberîna çekek navokî ya wî welatî asteng bike.
Jêderekê roja Sêşemê ji Reutersê re got ku Rûsyayê navbeynkarîya di navbera Amerîka û Îranê de pêşnîyar kiriye, dema Kremlin soz da ku jibo hêsankirina çareserîya aştiyane ya girjeya ser bernameya navokî ya Tehranê wê her tiştî bike.
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey jibo çareserîya rewşa ser bernameya navokî ya Îranê Ryabkov bi balyozê Îranê Kazim Celalî re hewlên navneteweyî gotûbêj kir, wezareta derve ya Rûsyayê îro Înê ragihand.
Jêder: Reuters