Serokê Amerîka Donald Trump, Îran û Rûsya ser Îdlibê hişyar kir.
Trump ji Twitterê dîyar kir ku divê Sêrokê Sûrîyê Beşar Esad ‘’bêteşe’’ êrîşî Îdlibê neke.
‘’Îranî û Rûs ger di vê trajedîya mirovî de cîh bigirin ewê şaşîyeke mezin bikin. Dibe ku bi sed hezaran kes werin kuştin’’ Trump got.
Trump bang li Rûsya û Îranê kir ku nehêlin ew kuştin pêk werin.
Karbidestên Îran û Rûsya bo operasyona Îdlibê piştgirî didin hikûmeta Sûrîyê û didin zanîn ku divê Îdlib ji serhildayan were paqij kirin.