Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê kompanya Harley-Davidson ya çekêra motosîkletan tawanbar kir ku karxaneyên xwe dibe dervayê Amerîka.
Harley-Davidson ew biryar jiber bacên nû yên Yekîtîya Ewrupa da ku li hember berhemên ku li Amerîka tên çêkirin, hatibû dan.
Trump bi çend twîtan kompanya Harley-Davidson ya li seranser cîhanê navdar, kir armanc: "Divê berhemeke Harley-Davidson qet li welatekî xencî Amerîka neyê çêkirin! Kirîyar û karkerên Harley-Davidson gelek ji biryara kompanya nerazî ne.”
Trump hişyarî da Harley-Davidson ku veguhastina kargehên wê ji dervayê Amerîka re wê bibe destpêka têkçûna wê.
“Temaşe bikin. Gere w tiştekî wiha bikin, ewê bibe destpêka têk çûna wan, teslîmbûna wan û binerê emê çawa bacên giran li ser wan deynin.”
Piştî ku Trump bac danabû ser tiştên ku ji Ewrupa tê, Yekîtîya Ewrupa jî bi heman awayî bac danabû ser tiştên ku li Amerîka çêdibin.
Harley-Davidson ji biryara Trump eciz e û dibêje ku rêjeya firtoninên berhemên wê li Ewrupa gelek kêm bûye, loma ew neçar e ku motosîklletên xwe li Ewrupa çêke.