Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Florîda Jinûve Dest bi Mîtîngên Hilbijartinê Kir


Berbijarê Partîya Komarî, Serok Donald Trump li Sanford ya eyaleta Florîda jinûve dest bi mîtîngên hilbijartinê kir.

Trump piştî bi vîrusa korona ketibû mîtîngên hilbijartinê rawestandibûn.

Di axaftina xwe ya li Sanford de, Trump ji alîgirên xwe re dîyar kir ku ew xwe ‘’pir bi hêz’’ hîs dike.

‘’Ez xwe ewqas bi hêz hîs dikim ku dikarim di nav vê qelebalixê kevim û mêran û jinên bedew dikarim ramûsim.’’ Trump got.

AFP’ê ragihand ku di mîtîngê de piranîya alîgirên Trump mask nedane ber rûyên xwe.

Trump di axaftina xwe de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden rexne kir.

Wî dîyar kir ku ger di hilbijartinan de Biden ser keve ewê ‘’çepgirîya tundrê’’ Amerîka birêve bibe û ewê welat ti car mîna berê nebe.

‘’Joe Biden û sosyalîstên Demokrat dê karê we ji dest we bistînin, sazîyên polîsan pûç bikin, sînorên we vekin, tawanbarên bîyan berdin û dest deynin ser çekên we.’’ Trump got û dîyar kir ku ew dixwazin Amerîka bikin ‘’Kubaya komunîst yan jî Venezuelaya sosyalîst.’’

Donald Trump di 2’yê Cotmehê de bi vîrusa korona ketibû û li Nexweşxaneya Leşkerî ya Walter Reed sê şevan mabû.

Qesira Sipî demeke kin berî mîtînga Trump ya li Florîda ragihandibû ku testa vîrusa korona ya dawî ya wî negatîf derketiye û bi wî re rîska belavkirina vîrusê nemaye.

XS
SM
MD
LG