Serokê Amerîka Donald Trump û xanima wî Melania Trump, li Qesira Sipî pêşwazîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan kirin.
Trump berî hevdîtina bi Erdogan re dîyar kir ku ew kêşeyên Tirkîyê fehm dike.
Erdogan jî da zanîn ku ewê di preskonferansê de her tiştî bi berfirehî bibêjin.
Her du rêber 1 demjimêr û 15 deqîqeyan axifîn.
Piştî xwarina xebatê, Trump û Erdogan dê preskonferansê hevbaş li dar xin.
Trump û Erdogan berî civînê poz dan medyayê.
Donald Trump da zanîn ku Tirkîye, Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji nêz ve dişopîne û wî welatî di rojên dawî de pirtirê 100 çekdarên wê rêxistinê girtine.
Erdogan got ku ewê di preskonferansê de her tiştî bi berfirehî bibêjin û gotina xwe kin birî.