Serokê Amerîka Donald Trump û Qralîçeya Brîtanya Elizabeth bi rêka telefonê ser têkoşîna dijî vîrusa korona axifîn.
Trump û Elizabeth li hev kirin ku ew dijî vîrusa korona hevkarîyê bikin û danûstandina aborî jinûve geş bikin.
Qesira Sipî ragihand ku Trump ji Qralîça Elizabeth re bo kesên jiber vîrusa korona mirine, sersaxî xwestiye.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Brîtanya pirtir ji 43,000 kes kuştine.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump herwiha rojbûna Qralîçe Elizabeth pîroz kiriye ku ew rojbûn bi awayekî fermî meha borî hatibû pîroz kirin.