Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Pirtir ji 1 Mîlyon Amerîkî Testen Vîrusa Korona Kirine


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de hatine asteke dîrokî.

Trump da zanîn ku pirtir ji 1 mîlyon Amerîkî testên vîrusa korona kirine û got ku ew hejmara ji ya hemî dewletên din zêdetir e.

‘’Bo em di vî şerî de bi ser kevin hin rolên me yên divê em bilîzîn hene. Her hemwelatîyek, malbatek, kompanîyek dikare di têkbirina vîrusê de rolekê bilîzê. Ew erka me ya welatperwerîyê ye.’’ Trump got.

Rêvebirîya Trump tedbîrên dijî vîrusa korona heta 30’ê Nîsanê dirêj kirin.

Trump zanîn ku ew 30 rojên li pêş dê dijwar bin û bang li Amerîkîyan kir ku li gor tedbîrên hatine ragihandin tevbigerin.

Wî bi berdewamî got ku wan ji welatên derve jî kelûpelên tibî sitandine û navê Çîn û Rûsya jî hilda.

Serokê Amerîkî dîyar kir ku ew bi hevtayê xwe yê Îtalî Giuseppe Conte re peyivîye û da zanîn ku Amerîka dê ji Îtalya re kelûpelên tibî yên bi qasî 100 mîlyon dolar bişîne.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîkî pirtir ji 164,000 pêketîyên vîrusa korona hene.

Vîrusa korona ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin.

Ew vîrus li New Yorkê ketiye canê 67,384 kesan û wê li wê eyaletê 1342 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG