Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rengên Firokên Air Force One Diguherîne


Air Force One
Air Force One

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dê dîzayna firokên Air Force One biguherîne.

Trump ji kanala CBS re da zanîn ku dê rengên firokan, şîn, sor û sipî bin.

Di firokên Air Force One yên heyî de bi giranî rengê şîn heye, jorê firokan sipî ye û jêrê wan jî gewr e.

Trump dîyar kir ku Air Force One dê bi kalîteyeke mezin li cîhanê bibe firoka herî baş.

Serokê Amerîka hefteya borî jî dabû zanîn ku dê dirêjîya nivînên di Air Force One de mezin bike û gotibû ku nivînên di wan firokan de ji yên di jeta wî ya taybet de biçûktir in.

Firokên nû yên Air Force One dê ji alîyê Boeing, ku kompanîyeke Amerîkî ye, werin çêkirin û di sala 2024’an de werin xebitandin.

Li Amerîka, bo karanîna serok gelek firokên ku dîzayna wan yek in, hene. Bo firoka ku serok bikar tîne, ‘’Air Force One’’ tê gotin.

Dîzayna derve ya Air Force One, di sala 1962’yan de ji alîyê John. F. Kennedy ve hatibû dîyar kirin û jiber ku wî ji rengê şîn hez dikir, di firokê de bi piranî ew renga hatibû karanîn.

XS
SM
MD
LG