Serokê Amerîka Donald Trump dê îro Pêncşemê planên ser aborîyê ragihîne.
Trump do Çarşemê dabû zanin ku hejmara pêketîyên vîrusa korona giheştiye asta herî bilind û dîyar kiribû stratejîya wan kêrî Amerîkîyan hatiye.
Wî gotibû ku ewê tedbîrên dijî vîrusa korona sist bikin û dîyar kiribû ku hin eyalet li gor yên din dê zûtir dest bi sistkirina tedbîran biikin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Amerîka ketiye canê bi qasî 640,000 kes û 30,985 kes kuştine.