Tê pêşbînkirin ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê bi fermî were girtin û were dadgehkirin, ev yekem car e ku serokekî berê rûbirûyê sûcdariyê dibe.
Di tevgerek bê mînak di dîroka Amerîkayê de, desteyeke sondxwaran ya mezin li New York roja Pêncşemê deng da ku Trump bi tawanên têkildarî dayîna pereyan bo stêrkek pornoyê di dema helmeta wî ya serokatiyê ya 2016 de tawanbar bike.
Tawanên pêşbînîkirî tên di demekê de ku Trump hewla vegere Koşka Spî dide piştî ku di sala 2020an de ji nû ve hilbijartin winda kir, ku ew dike yekane serokê, niha an berê, û hem jî tekane berbijarê serokatiyê, ku tê tawanbarkirin.
Hîn ne diyar e ka Trump bi kîjan sûcan an çend sûcan hatiye tawanbarkirin. CNN ragihand ku serokê berê bi zêdetir ji 30 tawanan hatiye tawanbarkirin. Dengê Amerîka nekarî raporê piştrast bike.
Di daxuyaniyekê de, Ofîsa Serdozgerê Navçeya Manhattan Alvin Bragg got ku wê bi parêzerê Trump re têkilî daniye "ji bo ku radestkirina wî ji Ofîsa Manhattan re hevrêz bike da ku li ser îdianameya Dadgeha Bilind were darizandin."
Ji bo ku xwe radest bike, Trumpê ku li Florida dijî, pêdivî ye ku bi tîma xizmetên nehênî yên xwe re biçe New Yorkê.
Dema ku were girtin dê pencemorên wî û wêneya wî werin birin û ew dê bo dadwerekî were radestkirin berî ku li ser soznameyeke kesayetî were azadkirin
Çend dezgehên nûçeyan, ku li ser zarê çavkaniyên ku navê wan ne diyar e, got ku Trump plan dike ku roja Duşemê bifire New York û şeva xwe li Trump Tower derbas bike berî ku roja Sêşemê biçe dadgehê.
Roja Înê, karbidestên Xizmeta Veşartî û rêveberiya Polîsan a New Yorkê gera dadgeha ku dê Trump tê de were dadgehkirin û planên ewlehiyê gotûbêj kirin.
Susan Necheles, parêzera Trump, ji Reutersê re got ku serokê berê dê tawanan red bike.
Trump roja Îniyê di emaileka komkirina pereyan de got, "Ez ji tiştê ku tê natirsim."
Helmeta Trump di xebatên xwe yên berhevkirina diravan de îdianame bi kar anî û got ku piştî eşkerekirina îdianameyê di 24 saetên destpêkê de zêdetirî 4 mîlyon dolar kom kirine.