Kremlînê îro Duşemê ragihand ku nûçeyên ser danûstandina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump ne rast in.
Li gor ragihandina Kremlînê Putin jibo bi Trump re biaxife hîn ti planeke berbiçav hazir nekiriye.
Washington Postê bê ku navên jêderên xwe eşkere bike, ragihandibû ku Trump bi Putin re axifîye.
Wê rojnameyê di nûçeya xwe de dîyar kiribû ku Trump ji Putin re gotiye divê şerê li Ukrayna gur nebe.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî ji zarê jêderên navên wan nehatin eşkere kirin, ragihandibû ku Trump û Putin axifîne.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku ti axaftin çênebûye û medya ser belavkirina nûçeyên sexte rexne kir.
Peskov got ku jibo axaftina Putin û Trump hîn ti plan çênebûye.
Jêder: Reuters