Kremlînê îro Înê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dikare bi Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump re ser Ukrayna biaxife.
Kremlînê dîyar kir ku hazirbûna jibo dîyalogê nayê wê wateyê ku ewê daxwazin Putin biguherin û got ku armancên Rûsya yên li Ukrayna neguherîne.
Putin do Pêncşemê Trump jiber serketina di hilbijartinên seroktîya Amerîka de pîroz kir.
Serokê Rûsî got ku ew Trump jiber cesareta wî ya dema kuştinkarîya dijî wî jî pîroz dike û got ku Moskow hazir e ku bi wî re dîyalogê çêke.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov li ser pirseke derbarê egera axaftina bi rêka telefonê ya Trump û Putin got ku niha tiştekî berbiçav tuneye.
Peskov dîyar kir ku hîn niha zû ye ku ew bêjin peywendîyên Rûsya û Amerîka pêşve diçin. Lê wî got ku Putin jimareke careke gotiye ku ew jibo dîyalogê hazir e.
Jêder: AFP