Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê got ku Îsraîl "Piştî şer bi dawî bibe dê Kerta Gazayê radestî Amerîka bike".
Trump di posta xwe ya li ser platforma medya xwe ya civakî "Truth" de zêde kir û got, "Filistînî dê berê xwe bidin civakên ewletir û bedewtir, û li xaniyên nû û nûjentir, li herêmê werin bicîkirin."
Trump destnîşan kir ku tîmên jêhatî hene ku Gaza avedan bikin wî çaxî "ew ê hewcedarî bi leşkerên Amerîkî nemîne," ku li Gaza hebin.
Wî destnîşan kir ku Amerîka bi hevkarîya tîmên pêşxistinê yên ji çaraliyê cîhanê re, dê dest bi avakirina tiştê ku dê bibe "yek ji mezintirîn û ecêbtirîn projeyên bi vî rengî li ser Erdê."
Roja Sêşemê Serwokwezîrê Îsraîlê benjamin Netanyahu serdana Washington'ê kir, li Koşka Spî bi Serok Trump û berpirsên Amerîkî re civîn pêkanîn.
Di preskonferaneke hevbeş de ya bi Netanyahu re, Trump pêşniyar kir ku Amerîka dê kontrola Gazayê bigire dest xwe û destnîşan kiribû ku niştecîhên Kerta Gaza bi berdewamî li cîhek din werin bicîh kirin û wan veguhezên Urdun yan Misrê û ciyên din.
Ev daxuyaniya Trump ya ser Gaza bûye sedema derketina reaksyonên tund û cuda û bûye sedema derketina pêleke protestoyan, di heman demê de Neteweyên Yekbûyî hişyariya "paqijiya etnîkî" ya Filistînyan da.
Roja Çarşemê, Koşka Spî hewl da ku plana Trump zelal bike, û Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio diyar kir ku pêşnûmeya Serok Trump daxwaz eke ku Filistîniyan bi awayekî demkî ji Gaza werin derxistin dema ku jinûve tê avakirin.