Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Têkiliya Min bi Netanyahu re Her Tim Baş E


Serokê Berê ya Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Xanima wî li mala Trump ya Florida - Mar-a-Lago
Serokê Berê ya Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Xanima wî li mala Trump ya Florida - Mar-a-Lago

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku "her tim têkiliyên wî yên pir baş" bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hene.

Trump di daxuyanîya ku di dawîya hevdîtinê de ku li mala bêhnvedana Trump ya li Mar-a-Lago, Florîda pêkahtbû destnîşan kir "Divê rehîne demûdest werin berdan."

Netanyahu, ku li hember Trump li ser maseyê ligel şêwirmendên xwe rûniştibû, got ku Îsraîl dê tîmek ji bo danûstandinên agirbesta Gaza biçîne Romayê, "bi îhtîmaleke mezin di destpêka hefteyê de."

Netanyahu her wiha got "Bi saya givaştinên leşkerî ez difikirim ku hin pêşkeftin di danûstandinan de çêbûne" û destnîşan kir ku "dem dê nîşan bide ka em nêzî bûne ku agirbestê ragihînin."

Serwokwezîrê Îsraîlê dîmenên hevdîtinê di hesaba xwe ya X'ê de weşandin.


Serdana Netanyahu bo Trump, berbijarê Komarî bo hilbijartinên seroktîya Amerîka ya hilbijartinên 2024'an, rojekê piştî kombûna li Washington hat, ku bi serokê Amerîka Joe Biden Cîgira wî Kamla Harris, ya ku li hember Trump dikeve pêşbirka hilbijartinê.

Rêberê Îsraîlî, ku her dem ji Demokratan bêtir bi Komariyan re têkildar e, serdana xwe ya Amerîka guhert da ku here Florida ji bo ku bi Trump re bicive.

Di hevpeyvînekê de ligel Fox News roja Pêncşemê, Trump banga bidawîkirina bilez ya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de û vegerandina rehîneyan kir, û got ku divê Îsraîl "têkiliyên xwe yên giştî" bi şêweke baştir birêve bibe.


Jîder: Reuters

XS
SM
MD
LG