Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê li Qesira Sipî pêşwazîya Serokê Fransa Emmanuel Macron dike.
Di hevdîtinê de çaverê ye ku tevî hebûna cudabîrîyên kûr, dawîkirina şerê Ukrayna cîhekî berfreh bigire.
Macron rêberê yekê yê Ewrupî ye ku di gera duyê ya seroktîyê de, serdana Trump dike. Li ber e ku her du beşdarî civîna telefonî ya G7 bibin, danûstandinên dualî bikin û piştre preskonferanseke hevbeş li dar bixin.
Piştî Macron, Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer jî wê di dawîya hefteyê de serdana Trump bike, ku ser guherîna helwesta Amerîkî ya hember Ukrayna ya bin rêvebirîya Trump gotûbêj bike.
Rêberên Ewrupî bi fikar in ku Serok Trump bi sîyaseta xwe ya ser şerê Ukrayna nêzîkî xeta Moskowê dibe.
Çaverê ye ku Macron û Starmer hewil bidin ku Trump qane bikin da ku ew jibo agirbesteke bi Serokê Rûsyî Vladimir Putin re nelezîne û Ewrupa di nava prosesa danûstandinan de bihêle.
Macron û Starmer herwiha armanc dikin ku bi Serok Trump re garantîyên leşkerî ji Ukrayna re nîqaş bikin.
Trump û tîma wî bi Ukrayna re li ser peymaneke parvekirina dahatê danûstendinan dikin ku hin diravên ku rêvebirîya Biden wek çekan şandibûn Kîevê, vegerînin.
Trump dawîya hefteyê gotibû ku bi bawerîya wî di demeke nêzîk de wê lihevkirinek çêbe.
Jêder: Reuters