Serokê Amerîka Donald Trump, Yekşemê car din pêkhatina ligel serokê Koreya bakur Kim Jong un parast, ya ku bi armanca nehiştina çekê Atomî yê wî welatî li Singapore hevdîtin encam dabûn.
Trump got her ji niha de pêkhatinê rahênan û têstên Pynogyangê yên mûşekan daye rawestandin.
Sibeya Yekşemê demjimêr 8:40, serok Trump bi rêya twîtekê berevanî ji pêkhatina ligel Kim kir û got "ciyê pêkenînê ye, nûçeyek neraste, dema bi hevkarî hewil didin û weke bêjin dema em ligel wî civyan me gelek tişt dest ve berdan e, ew vê kêmasiya herî mezin dibînin! Lê Me gelek aştî li chanê berqerar kirîye û li dawiyê dê gelek din jî bihê, heta ku emê bermayên miriyên xwe yên hatbûn zep kirin jî vegerînin".
Mike Pampeo wezîrê derve yê Amerîka, derbarê heman mijarê hefteya borî got bû, ewê li gel Pyongyangê danûstendinan derbarê pûçkirina Atoma Koreya Bakur berdewam bikin, dibe kê vê hefteyê jî be.
Amerîka weha dibîne ku heta bidawî hatina xûla yekê ya dema serokatiya Trump di sala 2021an de Koreya Bakur ji çekê Atomî bihê vala kirin.