Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump jibo Seroktîya Civata Nûneran Piştgirî Dide Jim Jordan


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew li şûna Kevin McCarthy yê ji seroktîya Civata Nûneran hatiye gêr kirin piştgirî dide Jim Jordan.

Trump îro Înê ji Trtuh Socialê got ku Jordan ser mijarên wek tawan, sînor û leşkerên Amerîkî xurt e.

Wî got ku Jim dê bibe serokokî baş û dîyar kir ku ew piştgirîyeke tam dide wî.

Jordan, ku sîyaseta xwe ya konservatîf û rexneyên xwe yên dijî rêvebirîya Serok Joe Biden tê nas kirin.

Xêncî Jim Jordan, Steve Scalisa jî jibo seroktîya Civata Nûneran kempeyna xwe dimeşîne.

Komarî dê roja Sêşemê jibo berbijarên civatê civîneke gîrtî li dar xin. Çaverê ye roja Çarşemê jî dengdan çêbe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG