Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Çawa Nikki Haley Li Wîlayeta Wê Şikand


Serkeftina mezin a seretayî ya Donald Trump roja Şemiyê li hember Nikki Haley li wîlayeta wê ya Karolînaya Başûr, encama helmeteke tund û rêbazkirî bû ji bo jinavbirina wê wekî metirsî, li gorî alîkar û kesên nêzîkî her du helmetan.

Tevî ku berê rêzek serkeftinên seretayî bi dest xistibûn jî, ji bo Trump girîng bû ku Karolînaya Başûr, wek wîlayeteke bingehîn a seretayî ya Komarî ku pir caran berbijarê partiyê pêşbîn dike, bi dest bixe.

Berevajî sala 2016an, Trump bi hevrikekê re rûbirû bû ku du caran hakima wîlayetê bû û hîn jî li wir navdar e.

Plan ew bû ku Haley ji hêla siyasî ve were îzolekirin, bi riya rêgirtina erêkirina gelek karbidestên li wîlayetê ji wê re, da ku bi eşkereyî nîşan bide ku wê rêyek berbi serokatiyê bi riya Karolînaya Başûr ve jib o wê nîne, arîkarên agahdar li dor plana helmeta Trump got.

Serkeftina Trump roja Şemiyê ne têkçûnek tam bû lê wî dîsa jî ew bi 20 xalan ji sedî li ser axa wê têk bir.

Şêwirmendekî payebilind ê helmeta Trump ji Reutersê re got: "Em bi hakimeke du-geran re rû bi rû bûn. Ji bo vê yekê pêdivî bi nîşanek hêzê hebû. Pêdiviya me bi rawestandina erêkirina xwebexş û dengdêrên Nikki hebû."

Chris LaCivita, hevserokê helmeta Trump, got rêze pejirandinên navên mezin roleke girîng lîst di pêşbaziya li wîlayetê de.

LaCivita got ku beşek din a girîng a serkeftina Trump ew bû berhevkirina daneyan li ser bi hezaran hilbijêrên ku beşdarî mîtîngên serokê berê bûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG