Desteya Bilind ya Sondxwaran li wîlayeta Georgia ya Amerîka, serokê berê Donald Trump û 18 kesên din ji ber hewildanên wan yên jibo têkbirina windabûna wî ya di hilbijartinên 2020an de îdianame pêşkeş kir.
Di îdîanamê de Desteyê direngî şeva Duşemê 13 tawan arasteyî Trump kirin, di nav wan de, dek û dolab, binpêkirina sonda serokatiyê, komplo jibo sextekarî û pêşkeşkirina belgeyên nerast, û sûcên din hene.
Tawanbarkirina 'dek û dolaban tê wê wateyê ku dozgerên Georgia divê îspat bikin ku serokê berê du an çend qanûnên wîlayeta Georgia binpê kirine wekî beşek ji planek ji bo betalkirina encamên hilbijartinê.
Di nav wan kesên ku bi Trump re hatine tawanbar kirin, serokê berê yê karmendên Koşka Spî Mark Meadows, parêzerê Trump Rudy Giuliani û karbidestê berê yê Wezareta Dadê Jeffrey Clark hene.
Dozgera Navçeya Fulton, Fani Willis ji rojnamevanan re got ku tawanbar beşekin ji bernamek tawankariyê li herêmê û cîhên din bûn bi "armanca neqanûnî ya rê bide Donald J. Trump ku dest deyne ser xula serokatiyê" ya ku di Çileya 2021an de dest pê kir.
Di îdianameyê de gelek îdiayên dubare kirî hene yên ku dibêjin dengderan bi sextekarî deng daye berpirsên wîlayeta Georgia, û hewildana razîkirina qanûndanerên Georgia ku li dijî encamên hilbijartinê derkevin û lîstekê ji Desteya Hilbijêran (Electoral College) ku di berjewendiya Trump de bin, û dizîna daneyên dengdanê.
Willis got: "Hemû hilbijartinên welatê me ji aliyê wîlayetan ve têne birêvebirin, ku berpirsiyariya proseyek dadperwer û hejmartina rast ya dengan dane wan." Rola wîlayetan di wê pêvajoyê de ji bo pêkanîna demokrasiya me girîng e."
Willis got ku dema dadgehkirina dozê de li gorî biryara dadwerîye ye û hatîye destnîşankirin, lê ku ofîsa wê dê pêşniyar bike ku dadgeh di şeş mehên pêş de pêk were. Wê her wiha got ku dema ku Desteya Sondxwaran fermanên girtinê ji bo kesên tawanbar derdixist, ofîsa wê dê rê bide ku bi dilxwazî ew heta nîvroya 25ê Tebaxê xwe radest bikin.
Kampeyna serokê berê li bendê nema ku êdîaname bihê eşkere kirin, daxuyaniyek pêşwext belav kir ku Willis tawanbar dike ku ew "partîzanek har" e û dema lêpirsîna kiryarên Trump "hewl dide û herî zêde destwerdana pêşbaziya serokatiyê ya 2024an dike û zirarê dide kampeyna Trump ya baladest."
Willis ji rojnamevanan re got ku biryarên wê li ser bingeha rastiyan in û ku qanûn "qet alîgiryê nake".
"Em li rastiyan dinêrin, em li qanûnê dinêrin û tawanê arasteyî tawanbarn dikin," Willis got.
Trump roja Duşemê li ser malpera xwe ya 'Truth Social' got ku wî "di hilbijartinan de destrkarî" nekirîye, û serê sibeya Sêşemê wî di postekî de wesfa Willis kir û got "Ew ji kontrolê derketiye û pir gendele".
Trump got, "Çima wan du sal û nîv berê îdîaname araste nedikir? Ji ber ku wan dixwest ku di niva kampeyna min ya siyasî de wê yekê bikin." ew "Nêçîrgira sêhrbaz!."
Ev Îdianame piştî lêkolînek 2 sal û nîv dirêj kişandî pêkhat, ku bi berfirehî li ser pêwendiyên têlefonî yên Trump di destpêka sala 2021an de bi karbidestên hilbijartinê yên wîlayeta Georgia re, ku ji wan daxwaz kir ku 11,780 deng jê re "bibînin" derket, ku ew hejmar zêdetir bû ji dengên serketina Serok Joe Biden li wîlayetên biryarder di şerê hilbijartinên serokatiya Amerîka de.
Georgia yek ji wan çend wîlayetan bû ku Trump bi cudahiya çend dengên kêm winda kir û bi her awayî hewil da ku encaman biguherîne, tevî ku bi dehan dadgeran li îdîayên ku sextekariya hilbijartinê de hatine kirin red kirine.
Heya roja îro jî, bi weneyî îddîa dike ku binpêkirinên hilbijartinan sedemin ku ew xulek din di di koşka spî de nema. Di heman demê de ku di nava pêşbirkêya berbijariya serokatiyê de di nava komariyan de bo hilbijartinên 2024ê ferqîyek mezin heye.
Di heman demê de Trump di du dozên federal de û yek jî li wîlayeta New Yorkê hate tawanbar kirin.
Şêwirmendê taybetî yê Wezareta Dadê Jack Smith, Trump di îdianameyekê de bi çar tawanan tawanbar kir ku bi şeş kesên din re ku navên wan nehatine eşkere kirin komloya sextekariyê kirîye da ku têkçûna wî biguherînin û cardî bihê hilbijartin bi şêwek ne qanûnî.
Smith her weha Trump li Florida tawanbar kir ku bi neqanûnî belgeyên ewlekariya neteweyî yên pir nepenî berhev kiriye dema ku ew di destpêka sala 2021an de ji Koşka Spî derket.
Dozgerekî eyaleta New Yorkê Trump sûcdar kir bi tawana guherandina qeydên karsaziyê xwe ji bo veşartina wî pareyê bi nepenî daye stêrkek filmê porno da ku wê bêdeng bike berî berbijariya wî ya serkeftî ya 2016an ji bo serokatiyê.
Trump di hemî dozan de red dike ku ew tawanbare yan xeta kirîye.
Jêder: AP/Reuters/AFP