Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûcdarkirina Çaran ya Trump Çend Giran e?


Dozgera Herêma Fulton Fani Willis di Preskonferansê de piştî tawanbar dîtina Donald Trump kji aliyê desteya Sondxwaran.
Dozgera Herêma Fulton Fani Willis di Preskonferansê de piştî tawanbar dîtina Donald Trump kji aliyê desteya Sondxwaran.

Hefteyekê berî destpêkirina dîbeytan jibo hilbijartinên pêşîn jibo destnîşankirina namzetê Komariyan ji hilbijartinên serokatiya Amerîka re li 2024ê, desteya sondxwarên dadgeha navçeya Fulton ya bajarê Atlanta li wîlayeta Georgia, serokê berê Donald Trump û 18 kesên dî, (parêzer, karbidestên kempeyna hilbijartinan û alîkarên wî yên nêzîk) bi tawanên "sextekarî û hewlên guhertina encamên hilibjartinên serokatiya 2020ê," sûcdar kir.

Ev cara çaran e ku Trump di dozeke dadgehan de tê sûcdar kirin. Ji bilî ya Georgia, du dozên federalî û yek jî li wîlayeta New Yorkê li dijî wî hatine vekirin. Di her çar dozan de, 91 tomet li dijî Trump hatine tomar kirin. Ew rastî dagehkirinan dibe. Lê çavdêrên qanûnê û siyasetvan bawer dikin ku ev sûcdarkirina wî li Georgia di 14ê Tebaxê de dê ya herî xirab be jibo Trump, jiber ku belge û tomarên bi dengê wî hene.

Fani Willis, dozgera navçeya Fulton dozek li dijî Trump û alîkarên wî vekiriye. Encamê lêkolîna du sal û nîvan, Trump û alîkarên wî bi şikandina qanûnên wîlayetê tometbar dike. Îdîanameyek ku 13 tawanan arasteyî Trump dike, dibêje dema ku di Koşka Spî de bûn “Trump û 18 alîkarên wî deslthilata xwe bi kar anî û fişar li ser karbidestên wîlayetê danî heta sextekariyê di encamên hilibijartinên wîlayetê de bikin û encaman biguherin.”

Di îdianameyê de sûcên dî hene jiber îdiayên dubarekirî, mîna dengderan bi sextekarî deng li wîlayeta Georgia dane, hewildana razîkirina qanûndanerên Georgia di Kongresê de ku li dijî encamên hilbijartinê derkevin, sextekarî di belgeyên encamên Komelgeha Hilbijêran de (Electoral College), û dizîna daneyên dengdanê.

Belgeya herî eşkere ya tawanbarkirinê ew bû ku li 6ê meha yekê sala 2021an û beriya pesendkirina encamên hilbijartinan serokatiyê 2020an di Kongresa Amerîka de, Trump, ku wê demê hîn serok bû, bi telefonê digel Brad Raffensperger, berpirsê bilind yê hilbijartinan û wezîrê karê derve yê wîlayeta Georgia re diaxive û jê dixwaze ku 11,780 dengan ji wî re peyda bike (yek dengî bêtir ji dengên hevrikê wî serok Joe Biden bidestxistîn) da ku kodengên wîlayetê, Komelgeha Hilbijêran (Electoral College) ji wî re werin hejmartin û ew bibe serkeftiyê hilbijartinan.

Ew peywendiya telefonê di wê demê de bû ku alîkarên nêzîkî wî jî hewl didan belgeyên sexte amade bikin û fişarê li ser karbidestên hilibijartinan li wîlayetên Geogia û Arizona bikin bi armanca guhertina encamên hilbijartinan jibo qezenca Trump.

Rojekê piştî sûcdarkirinê, ofîsa rêvebrê polîsên navçeya Fulton di daxuyaniyekê de got ku divê heya roja çarşemê 25ê Tebaxê, Trump û 18 sûcdarên dî, li zindana navçeyê amade bin jibo wergirtina pencemoran û kişandina wêneyan. Ew proseyeke divê were pêkanîn berî dadgehkirinê ku dê ceza li dijî wan were vebirîn.

Dozger Willis gote rojnamevanan ku ofîsa wê dê pêşniyar bike dadgeh di şeş mehên pêş de pêk were û hinek nîşan diyar kirine ku ew dê li meha Avdara 2024an be. Trump û desteya parêzerên wî têkraya van doz û sûc û tawanbarkirinan red dikin û dibêjin ku wî ew tawan yan şaştî nekirine.


Siyaset, Dadgeh, Alîgirî

Her ji demê ku doz li dijî Trump hatin vekirin piştî ji Koşka Spî derketî, ew û alîkar û piştevanên wî dibêjin, ew qurbaniyê Dewleta Kûr e. Ew dibêjin, rêvebiriya Biden ya Demokrat dadgeh xistine jêr bandora siyasetê.

Lê digel ragihandina lîsta sûc û tawanan, dozger Willis got ku biryarên wê li ser bingeha rastiyan in û qanûn "qet alîgirîyê -hizbatiyê- nake." Wê got "Em li rastiyan dinêrin, em li qanûnê dinêrin û tawanê arasteyî tawanbaran dikin."

Lê kempeyna nû ya hilbijartina Trump daxuyaniyek pêşwext belav kir û Willis bi "partîzanek har" bilêv kir. Daxuyanî dibêje, dema lêpirsînê ew "hewl dide û herî zêde destwerdana pêşbirkiya hilbijartinên serokatiyê yên 2024an dike û zirarê dide kempeyna Trump ya baladest."

Hemû hilbijartinên Amerîka ji aliyê wîlayetan ve têne birêvebirin, ku berpirsiyariya proseyeke dadperwer û hejmartina rast ya dengan, dane wîlayetan.

Willis got, “rola wîlayetan di wê pêvajoyê de ji bo pêvajoya demokrasiya me, girîng e.” Dijberên Trump dibêjin, hewlên serokê berê jibo sextekariyan, guhertin û astengkirina pêvajoya pesendkirina encamên hilbijartinên serokatiya 2020an, pêvajoya demokrasiyê li Amerîka xistiye pêş xeterê û eger sûcdarên wan tawanan neyên cezakirin, dê li paşerojê hewlên bi vî awayî dubare bin.

Sucdarê Yekê Berbijarê Xoşewîstê Dengderên Komarî ye

Bersivên Komariyên hevrikên Trump di prosesa destnîşankirina namzetekî Komarî de jibo hilbijartinên serokatiya 2024ê, balkêş in.

Ji nav bêtirî 10 berbijêran kes dernekitiye ku rewayîyê bide biryara desteya sondxwerên Georgia. Kesî ji wan Trump şermezar nekiriye bi astengkirina demokrasiya Amerîka dema encamên hilbijartinên 2020ê red kirin.

Eger çi, hinek siyasetvaên Komarî li dijî Trump derketine, lê ew ne zêde xwedî desthilat in heta dengderên wî ji wî dûr bixin. Anku hîn bereyeke xurt li dijî Trump di nav Komariyan de peyda ne bûye, pispor dibêjin. Piraniya navdarên Komariyan ku di lîsta barbijêran de bi rêjeyeke mezin li paş Trump in, heman destewajeya Trump vedgêrin dema dibêje, ew qurbaniyê Dewleta Kûr e û sîstema dadweriya Amerîka ketiye jêr karîgeriya siysetê, bi taybet ya rêvebiriya Biden.

Çima tirs ji tûrebûna piştevanên Trump?

Joe Walsh, endamê komariyê berê yê Kongirêsê ji wîlayeta Illinois û berendamê berê yê Komarî jibo hilbijartinên serokatiya 2020an, şiroveyeke zelal û rasterast roja Çarşemê li ser televizyona CNN da. Wî got, tevahîya navdarên ku kempeyn destpêkirine jibo ku yek ji wan li şûna Trump bibe namzetê Komariyan di pêvajoya hilbijartinên pêşîn de, dizanin ew pêş Trump nakevin. dema bawerîyên xwe li ser van dadgehkirinan didin, wan bawerî bi gotinên xwe nîne. “Ew dizanin Trump şaştî kirine, tawanbar e û yasa binpêkirine. Lê eger tu komarî bî û bi eşkeryî (Trump şermezar bikî, kurt û kirmanc, ew dawîya te ye wek Komarî).”

Walsh got, ew Komarî “bi hêvî ne Trump were zîndankirin, yan rastî bûyereke neçaverêkirî bibe.” Li wê demê dê wan rûmet hebe rû bikin bingeha herî bihêz ya Komariyên piştevanên Trump û ji wan bixwazin dengê xwe bidin wan, bi hêviya ku serketinê li hember namzetê Demokratan, ku heta niha serok Joe Biden li serê lîsta wan e.

XS
SM
MD
LG