Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Soza Destpêkirina Dema Zêrîn ya Amerîka Dide


Trump Inauguration
Trump Inauguration

Roja pir çalakî ya veguhastina desthelata seroktîya Amerîka bi aramî derbaz bû berovajî rûdanên herî alozên van rê û rismên nimuneyê dîroka demokrasîya Amerîka de berî çar salan dema Donald Trump ji Koşka Sipî derketî.

Îro bo cara duyê Trump ket ofîsa herî dethilatdara Amerîka, lê li cîhanek gelek cuda ji cîhana berî çar salan. Cîhanek gelek cuda him le ser asta navxwe û him jî li ser asta cîhanê.

Li ser asta navxwe, Amerîkîya serketinek ne çaverêkirî mezin a Trump bi çavên xwe dît. Serketina Trump wek serokê 47mîn balkêş bû ne ji ber bi destxistina dengên Kobenda Hilbijartinê (Electoral College) belku bi destxistina 2 milyon dengên zêdetir yên xelkê giştî ji namzeta Demokratan Kamela Harris.

Li ser asta sîyasetên navxwe, serketina mezin a Trump ew e ku bi serketina wî di hilbijartinên 2024an de, her sê stûnên desthilatê ketin destê partîya Komarîya serok Trump, (Koşka Sipî, Kongres-bi her du civatên xwe ve Civta Senatoran û Civata Nûneran- û Dadgeha Bilind).

Ev bi wê watayê ye ku nahêt çaverê kirin rêgirî li pilanên Trump were kirin di çar salên dahatî de. Ku bu gotina wî, “dema Zêrîn ya Amerîka destpê kir.”

Her ku sunda wergirtina desthilata Koşka Sipî xwar, serok Trump sozên xwe did demê kempêna hilbijartinan de bi cih anîn bi îmzakirina çendîn Fermanên Seroktîyê.

Trump nêzîkî 200 ferman îmzakirin. Mebesta van Fermên Seroktîyê ewe ka serok dixwaze çawa hikumeta federal were bi birêvebirin cuda ji rêveberîya pêştir. Li gora rawergirtinan rêjeyek bilind a Amerîkîyan bawerî bi sazî ê dezgehên fîdral ne ma ye û Trump dibêje “ew dê wê bawerîyê vegerîne”.

Ew ferman her li roja yekê, bê rezamendîya Kongresê, karîgerin eger dadgehek biryarê ne de ku ew ferman ne li gora destûrê Amerîka ne. wî ronahî xist ser hinek ji wan di gotara wergirtina desthilatê de;

  • Daxistina sînoran li pêş hemû penaberên neqanûnî û ragihandin rewşa awarte ya neteweyî li ser sînoran.
  • Binavkirina kartelan (bandên madeyên hoşber) wek rêxistinên terorîst ên bîyanî.
  • Dawîkirina sîyasetên Biden yên energîyê û derxistina gaza Alaska.
  • Damezrandina wezaretek nû bi navê Wezareta Bigerxistina Şîyanên Hikumetê
  • Vekişindina Amerîka ji Peymana Parîsê ya Hewa û Jîngehê.
  • Hilanîna hemû kiryarên federal yên ku lêçûnên malbatan zêde dikin
  • Dîyar e ragirtina biryara berî du rojan ya Dadgeha Bilind ya bendkirina TikTok ê dê beşek be ji fermana wî sebaret azadîya axafitinê.

Li ser asta cîhanê, rastîyên nû hene cuda ji çar salên seroktîya Biden bi taybet li Rojhilata Navîn;

Peymana agirbesta nêvbera Îsrael-Hamasê hatîye îmza kirin û vegerandina dîlên şer destpêkirye. Du rêkxistîyên tîroristî yên rojhilata naverast lawaz bûne û çendîn rayedarên wan hatine jinavbirin. Rolê Îranê li wê herêmê pir lawaz bûye.

Lê, ji dema ku hatî hilbijartin Trump ne gotîye ka ew dê çawa soza xwe jibo rawestandina şerê Ukraine bi cihbîne yan. Yan dê çawa Kenalê Penama vegerîne yan çawa dê navê Kendavê Meksîko bike Kendavê Amerîka.

Her çawa be, ku Trump dîsa seroktîya welatê herî bi hêzê cîhanê dike, pendek nîşanî Amerîkî û xelkê cîhanê da; xema dengderan êdî ne kêşên kesîtîyên sîyasetvana û nerêkîya bi rêvebirinê ye bi qasî xema wan jibo jîyaneke xweş û aram.

XS
SM
MD
LG