Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadger Engoron Gefa Derxistina Trump ji Salona Dadgehê Dike


Trump dema jibo bînvedanê ji dadgeha New Yorkê ya Sextekariya Sivîl derdikeve, 6ê Mijdarê, 2023.
Trump dema jibo bînvedanê ji dadgeha New Yorkê ya Sextekariya Sivîl derdikeve, 6ê Mijdarê, 2023.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Duşemê di dadgehkirineke sextekariya sivîl ya New Yorkê de amade bû.

Doza ku li dijî Trump hatbû vekirin pratîkên hesabpirsînê yên gumanbar yên ku dadwer Arthur Engoron biryar dabû ku sexte ne, di dadgehê de rû bi rû ma.

Dadger Arthur Engoron li hember axiftina dirêj û xweparastina Trump nîşanên turebûna lê diya kirin ku xweya bû sebra wî nemabû, jiber ku Trumnp di axiftina xwe ya bersivdanê de gelek dirêj dikir.

Engoron ji parêzerê Trump, Chris Casey, xwest ku "wî kontrol bike", û hişyarî da ku "heke hûn nikaribin wiha bikin, ez ê wê bikim, ezê wî kontrol bikim" li gorî ku Guardian radigihîne.

Milyardêrê 77 salî û Serokê Berê yê Amerîka Donald Trump piştî dadgehkirina pêşî ya 2ê Îlonê, gotinên nexweş arasteyî dadger kirbûn, û gotinên neşayiste arasteyî wî kirbûn.

Di wî çaxî de dadgerê 74-salî bersiv da û du ceza li Trump birîn, ya yekem 5,000 dolar û ya duyem jî 10,000 dolar, ji ber binpêkirina fermana qismî ya ku li ser wî hatî sepandin piştî ku wî li ser medyaya civakî êrişî karmendê dadgehê kirî.

Mijara ku Engoron vê carê hêrs kir piştî pirsek ji Trump kir li ser nirxa milkê jimare 40 Wall Street bû, Trump bi bersivek dirêj, îsrar kir ku nirx wê demê pir kêm bû, ev jî bo sedema turebûna dadger.

Trump gelek caran gotiye ku ev doz ji paşxaneyeke siyasî tê. Roja Duşemê wî li ser medyaya civakî Engoron û Dozgera Giştî yê New York Letitia James rexne kir û li derveyî salona dadgehê got ku ev doz hewlek bû ku rê li hewldana wî ya serokatiyê ya 2024'an bigre.

XS
SM
MD
LG