Di roja Siyan ya Konferansa Tevgera Polîtîk ya Konservatîf (CPAC) de Serokê Amerîka Donald Trump gotarek pêşkeş kir.
Serok Trump di gotara xwe ya dirêj de bal kişand ser gelek pirsên Navxwe ya Amerîka û siyaseta derve de.
Mijarên weke koçberî, gendelîya di saziyên fedral de, pirsa Enerjiyê û aboriyê bi giştê herwiha pirsên weke rewşa girêdayî Çînê, şerê Ukrayna û Rûsya, agirbesta Gazayê û pevguhertina dîlan, îran, kenala Panama û gelek pirsên din
Serok Trump di gotara xwe de bal kişand ser ankêtên derbarê sektorên cuda ku didin zanîn ku di 4 hefteyên serokatiya wî de rêjeya her tiştî zêde kirîye.
Serok Trump behsa sektora enerjiyê kir û got ku emê rewşa enerjiya li Amerîka pêş bêxîn û zêdetir petrolê derxînin ku têra hewcariya navxweyî bike.
Trum di beşekî gotara xwe de bal kişand ser rewşa koçberiyê û behsa hejmara zêde ya hebûna koçberên tawanbar kir û weke her car rexneyên tund li rêveberiya serokê berê Joe Biden û Cîgira Serok Kamal Harris kirin.
Wî di warê kontrolkirina sînoran û rêgirtina li ber hatina koçberên neqanûnî de pesina saziyên polîs û zêrevanên sinor û saziya ICE ê da.
Wî got ku di warê koçberiyê de "Me helmeta herî mezin ya dersînor kirina koçberên neqaûnî di dîroka Amerîka de pêkanî ye."
Wî got “Kontrol kirina herî baş ya sînoran hatiye kirin di dîroka Amerîka de”, wî dersînor kirina koçberên tawankar yên li Aurora ya Colorado weke mînak nîşan da.
Trump got niha karê wan ewe ku, “Şopa Biden” paqij bikim û wan hemî koçberên neqanûnî dersînor bikim, ji ber ku ew di “hotêlên luksek de hatbûn xwecihkirin divê em wan vegerînin ciyê ku jê hatine.”
Trump bal kişans ser saziyên medyayî û got ku gelek ji wana nerastî gotine û nûçeyên sexte ser wî weşandine û ew sazî weke peyvdarên bi partiya Demokrat tevgeriyane.
Got ku, wan kenalên medyayî li dij wî û di berjewendiya Biden û Kamala Harris de nûçe weşandine.
Trump behsa darizandina derbarê kesayetiya xwe de axivî û got rêveberiya çep ya berî wî "Desthilat weke çek" li dij wî bikar anîye.
Wî siyaseta Biden ya li hember otombîlên bi elektirîk û haydrojînê kar dikin rexene kir û di wî warî de pesina milyardêrê Amerîkî Elon Musk da.
Derbarê Çînê wî got “li hember Çînê me gelek tişt kirine”.
Di beşekî axiftina xwe de Trump pesina saziya DOGE ya bi pêşengiya milyardêr Elon Musk da û got ku ew “kesekî netewparêze” û hin mînakên gendeliyê anîn yên ku berî niha Amerîka wekî alîkarî didan welatên biyanî jibo projeyên cuda, herwiha gendeliya di hin saziyên navxwe yên Amerîka de, Trump ew hemî haletên gendeliyê bi hejmar binav kirin.
Wî got ku heta niha keşif bûye ku gelek haletên “sextekariyan” çêbûne, di nav de ku derketîye holê ku nêzî 1.3 mîlyon kes ku temenê wan gihaye 150 saliyê, mûçe û alîkariya dewletê distînin.
Trump got armanca wan ewe ku ew hemî “bîrokratiya sextekar” kontrol bikin û divê her karmendek were ser kar û bi cidî kar bike, nabe ku li ser navê karkirinê di mal de bimîne, û got ku me "saziya çep ya sextekar USAID,ji holê rakir û ew saziyeke gelek xerab bû."
Trump got me Amerîka ji saziya saxlemiya navnetewî WHO û herwiha ji rêxistina mafên mirov ya Netewên Yekbûyê ya ku Antî-samiyê bû derxist.
Trump bal kişand ser rewşa şer di navbera Ukrayna û Rûsyayê de got ku ewê hewil bide wî şerî rawestîne “Divê şerê li Ukrayna û Rûsya raweste, û niha ez ji bo wê kar dikim,” Trump got.
Derbarê Îranê Trump got ku me danûstandinên bernama wê ya navokî rawestand bû, lê piştî ku rêveberiya Biden hat Îran bihêztir bû.
Wî bal kişand ser agirbesta li Gaza û got ku "Ez naxwazim ser wê gelek biaxivim ji ber ku agirbest dom dike," wî got "her îro Şemiyê 6 dîl hatin berdan ku rêveberiya Biden nikarî bû ti dîlan azad bike."
Trump got ku em dixwazîn Artêşeke bihêz ava bikîn, lê mixabin ku li Afganistanê gelek zrar giha Amerîka jiber ku “Gelek çek û cebilxaneya Amerîkî li Afganistanê ket destê Talîbanê.”