Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro Cara Duduyan Wek Serokê Amerîka Sond Dixwe


Donald Trump, ku wek serokê 47’an yê Amerîka hatiye hilbijartin, îro Duşemê bi merasîma sondê ya li Kongresê bi awayekî fermî dest bi seroktîyê dike.

Merasîma sondê jiber sermaya zêde ya li paytexta Amerîka wê li saloneke sergirtî çêbe ku herî dawî sala 1985’an Ronald Reagan li eywana girtî sond xwaribû.

Jiber merasîma li salona sergirtî piranîya mêvanên ku bilêtên wan hene nikarin beşdarîyê li merasîmê bikin.

Hin hunermenden navdar, karsazên gir û serokên dewletên bîyan wê li merasîmê hazir bin.

Kapasîteya Salona Rotunda ya li Kongresê jibo merasîma sondê 600 kes e. Jiber vê wê jibo dadwerên Dadgeha Qanûna bingehîn, rêberên leşkerî, serokên berê, xanimên wan, berbijarên kabîneyê cîh pir hindik be.

Xwedîyê Tesla û X’ê Elon Musk, CEO’yê Metayê Mark Zuckerberg, CEO’yê TikTokê Shou Zi Chew, Çêkerê Amazonê Jeff Bezos û CEO’yê OpenAI Sam Altman di nav wan kesan de ku jibo merasîmê hatine vexwendin.

Trump roja Şemîyê ji NBC Newsê re got ku ewê mijara serekî ya axaftina wî ya sondê ‘’yekîtî, hêz û peyva ‘dadmendî’’yê be.

Wî dîyar kir ku di çar salên borî de jibo dadmendîyê Amerîka ketiye rewşeke xirab û ewê rewşê baştir bikin.

Trump ji sedsala 19an vir ve sîyasetvanê pêşî ye ku piştî têkçûneke di hilbijartinan de cara duyê bi ser dikeve.

Ew sala 2016’an bi ser ketibû, lê sala 2020’an li hember Joe Biden têk çûbû.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG