Berbijarê Komarî yê seroktîyê Donald Trump îro Duşemê got ku divê qanûnên jiberbirina zarokan (kurtaj) ji alîyê eyaletên Dewletên Yekbûyî ve were dîyar kirin û xwe ji pêşnîyarkirina qedxeyeke netewî ya kurtajê dûr xist .
Trump, bi vîdyoyeke li ser medyaya civakî got ku ew li hin rewşên mîna destdirêjîya seksî, destdirêjîya li nav malbatê (ensest) û parastina jîyana dayikê parastina mafê berbirina zarokan dike.
Trump herwiha got ew piştgirî dide rêbaza in-vitro fertilization ya anîna zarokan.
Trump berê gotibû ku ew dikare piştevanîya qedexeya kurtajê ya ji 15 hefteyan wêdetir bike, lê alîgirên wî li bendî bûn ku ew piştgirîya jiberbirina zarokan ya netewî bikira.
Serokê Amerîka Joe Biden yê Demokrat, dijberîya Trump ya ser mafên kurtajê anîye navenda kempeyna xwe ya hilbijartinê.
Çavdêr bawer dikin ku qedexeyeke wiha li 6, 7 eyaletên Amerîkî, ku wê encama hilbijartinê dîyar bikin, dikare şansê Trump dikare têxe rewşeke dijwar.
Anketa Reuters/Ipsos ya meha Adarê derxistibû holê ku % 57 Amerîkîyan bawer dikin ku divê mafê kurtajê li hemî eyaletan serbest be.
Tevî ku % 83 Demokratan bawer dikin ku divê kurtaj li tevahîya Amerîka azad be, tenê % 57 Komarîyên ku beşdarî anketê bûne, gotiye ku divê mafê kurtajê serbest be.