Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump ser bûyera li New Orleansê qewimîye daxuyanîyek weşand.
Trump daxuyanîya xwe ji Truth Social, ku platforma medya civak ye, belav kir.
‘’Dilên me karmendên wêrek yên Departmana Polîs ya New Orleans jî di nav de bi hemî qurbanîyên masum û hezkirîyên wan re ye.’’
Wî dîyar kir ku rêjeya sûcan li Amerîka berê ti carî ewqas bilind nebûye.
Serokê hilbijartî got ku rêvebirîya Trump wê ser vekolîna bûyerê piştgirîyeke xurt bide New Orleansê.