Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trudeau: Êrîşa Îsraîlê ya li Nexweşxaneyê bi Ti Awayî Nayê Qebûl Kirin


Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau got ku êrîşa Îsraîlê ya li nexweşxaneyekê bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Trudeau li ser pirseke derbarê kuştîyên li nexweşxaneyeke herêma Hamasê got ku nûçeyên ku ji Gaza tên tirsdar in û bi ti awayî nayên qebûl kirin.

"Di vê rewşê de û di hemî rewşan de divê herkes li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere. Di şeran de divê ti alî êrîşan nebe ser nexweşxaneyan."

Artêşa Îsraîlê dîyar dike ser êrîşa li nexweşxaneyê hîn ti agahî di destê wê de tuneye.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dîyar dike ku li nexweşxaneyekê bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê pirtir ji 200 kes hatine kuştin.

Kanada dîyar dike ku divê Îsraîl, ku bersîvê didin êrîşên Hamasê, li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG