Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî, Îsraîlî û Qatarî bo Rewşa Dîlên Destê Hamasê li Doha Dicivin


Rêberên sazîyên îstixbaratê yên Amerîka û Îsraîlê li Doha ya paytexta Qatarê bi serokwezîrê wî welatî re kom bûn.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Amerîka, Îsraîl û Qatarê ser dîlên di destê Hamasê de navbera jibo şerê Hamas û Îsraîlê peyivîn.

Karbidestekî Amerîka bi şertê ku navê wî eşkere nebe civîn piştrast kir, lê ti hûrgilî neda.

Hîn nayê zanîn ku encama civînê çi ye. Rêberên sîyasî yên Hamasê li Qatarê dimînin û ew dewlet jibo dîlên di destê rêxistinê de serbest bimînin navbeynkarîyê dike.

Navbeynkarên Qatarê berî Serokê CIA’yê William Burns, Serokê Mossadê David Barnea û Serokwezîrê Qatarê Şêx Mihemed bîn Abdulrahman El Tanî bicivin bi berpirsên Hamasê re kom bûn.

Ji alîyê din ve hin berpirsên payabilind yên Hamasê yên wek Îsmaîl Hanîye û Xalid Meşal li Qahîre ya paytexta Misirê danûstandinê dikin.

Hamasê ragihand ku berpirsên wê bi Serokê Îstixbarata Misirê Abas Kamil re ser rewşa Gaza axifîne.

Îsraîl dide zanîn ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1400 kuştine.

Karbidestên li Gaza dibêjin ku ji 7’ê Cotmehê vir ve bi êrîşên Îsraîlê pirtir ji 10,000 kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters - VOA

XS
SM
MD
LG