Artêşa Tirkî û grubên bi ser wê ve îro Duşemê devera navbera Tiltemir û Zerganê bi berdewamî topbaran dike.
Tirkîyê di heyama 10 rojan de 9 caran devera Zerganê topbaran kir û Pêncşema borî jî navenda têkilîyên HSD’ê ya Til Temirê xistibû.
Dîsa, ev 10 roj in ku herêma Şêrewa, Şehba û Minbicê ji dibin armanca êrîşên Tirkîyê.
Tirkîyê, di rojên dawîyê de sê êrîşên esmanî yên bi firokên bê pîlot pêk anîn: Di 19’ê mehê de li Qamişlo otomobîlek û di 20’ê mehê de jî li Kobanê û di 22’yê Tebaxê jî otomobîleke Rêvebirîya Xweser li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo armancgirtin.
Di encama êrîşên Tirkîyê yên vê dawîyê de 10 kes hatine kuştin ku di nava wan de jinek û zarokek jî hene û 3 jî fermandarên HSD’ê û hêzên ewlekarîyê ne. Di wan êrîşan de 24 kes jî birîndar bûne ku piranîya wan sivîlên ji herêma Ebû Rasîn in.
Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê daxuyanîyên nivîskî weşandin û ji civaka navnetewî xwestin ku êrîşên Tirkîyê rawestînin.
Jêderên xwecîhî radigihînin ku rûniştvanên devera Zerganê jiber êrîşên Tirkîyê newêrin bi şev li malên xwe rakevin û tenê bi roj vedigerin ser mal û milkên xwe.