Karbidestên Tirk piştî peqîna roja Yekşemê ku li Stenbolê qewimîbû, careke din gefa operasyona leşkerî li dijî bakurê Sûrîyê dixwin.
Wezîrê Derve yê Sûrî Feysel El-Miqdad gefên Tirkîyê red kirin û hişyarî da ku hikûmeta Tirk peqînê weke bahane bi kar tîne ku êrîşeke nû li dijî Sûrîyê bike.
Peqîna Stenbolê û daxuyanîya Miqdad di vê demê de tên ku pêkanbûna nêzîkbûna navbera Şam û Enqerê dihat nîqaş kirin.
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz ya Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê, Silêman Cefer dibîne ku armanca serekî ya Tirkîyê destdanîna ser hemû bakurê Sûrîyê ye jibo pêkanîna “Mîsaqa Milî” anku Sonda Netewî ye.
"Tirkîye îdia dike ku ew jina peqîn pêk anîye ji Efrînê çûye Tirkîyê. Efrîn bin kontrola Tirkîyê bi xwe de ye û ne pêkan e ti kes kanibe sînorê wê derbaz bike û bigehêje Stenbolê.”
Di çarçoveya vejandina têkilîyên Şam û Enqerê de, îstixbartarên her du welatan di çend mehên borî de civîbûn, derheqa vegerandina peywendîyên dîplomatîk û lihevhatina desthilata her du paytextan mesajên germ dabûn.
Partîya Hevbendîya Netewî ya Demokratîk ya Sûrî Ahmed Araj dibêje ku Tirkîyê berî krîza Sûrîyê sîyaseteke nerm jibo pêkanîna berjewendîyên xwe dimeşand û niha piştî 10 salên şer dîsa dixwaze vê rêbazê pêk bîne.
Araj îdia dike ki Tirkîyê di nava10 salên şerê Sûrîyê de piştgirî daye komên çekdar û ew niha dest bi qonaxeke nû kiriye ku di vê çarçoveyê de ye li Efrînê ku Heyet Tehrîr El-Şam bi cîh bûye.
“Tirkîyê dixwaze bi sîyaseteke nerm û bi rêya rêxistinên îslama sîyasî ku bi ser Îxwan Muslîmîn ve ne, hebûna xwe li bakurê Sûrîyê rewa bike, herwiha bi danûstandina bi rejîma Sûrî re hewil dide wan li Şamê jî rewa bike û di desthilatê de bi cîh bike.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêka alozîya Sûrîyê de alîyê Tirkî piştgirî dabû opozîsyona Sûrî û komên çekdar ku şerê rejîma li Şamê dikirin.
Di sala 2016'an de jî artêşa Tirk rasterast xwe tev li kêşeya Sûrî kir û derbazî nav axa Sûrîyê bû ku ji wê çaxê de sê operasyonên leşkerî pêk anîne.
Tevî ku Tirkîye hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyê bi sedema parastina ewlehîya xwe ya netewî dinixumîne, hikûmeta Şamê û Rêvebirîya Xweser wê yekê wek dagîrkerî bi nav dikin û doza vekişîna Tirkîyê ji Sûrîyê dikin.