Wezîrê Sporê yê Tirkîyê Muharrem Kasapoglu îro Pêncşemê ragihand ku hemî lîgên futbol, basketbol û voleybol yên Tirkîyê, jiber vîrusa korona hatine paşxistin.
Kasapoglu ew biryar di preskonferansekê de bi hazirbûna serokên federasyonên futbol, basketbol û voleybol ji bîragiştî re eşkere kir.
Lîstikvan, hînker û rêvebir bi awayekî zêdebûyî givaştin ser karbidestan dikir ku navber bidin maçan ku vîrusa korona berfirehtir nebe.
Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihandibû ku îro du kesên din jiber korona mirine û hejmara giştî ya mirinên girêdayî korona bûye 3 kes jiber vîrusa korona mirine.