Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Ukrayna û Bandorên Pêkane li Sûrîyê Bike


Hikûmeta Sûrîyê yek ji alîyên pêşî bû ku pişgirîya xwe bo Rûsyayê dike di şerê Ukraynayê de nîşan da.

Welatên bi bandor di dosyeya sûrîyê de dor şerê Ukrayna nakok in. Li dema ku danûstendinên dor Sûrîyê û projeya li gor biryara 2254 ya Netetweyên Yekbûyî (NY) hene, gelo ev şer û helwestên dor wê dê bandoreke sîyasî çawa li rewşa Sûrîyê bike?

Li alîyekî hevpeymanîya opozîsyona Sûrîyê (Etlîlaf) hewl dide ku qezencên sîyasî ji nakokîyên heyî bigire. Etîlaf daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku rewatîya navnetewî ji hikûmeta Sûrîyê rake û nûnerê wê ji NY derxîne.

Ev yek li gor çavdêran dê bandorê li projeya komîteya qanûna bingehîn bike jiber ku rejîma Sûrî dê bi giranî hewl bide karê vê komîteyê asteng bike. Di heman demê de daxwazên Kurdên Sûrîyê hene ku ew jî beşdarî komîteya nivîsina zagona bingehîn ya siberoja Sûrîyê bibin.

Şîrovekar bawer dikin ku Tirkîye bi givaştina ser Rûsyayê, dixwaze di dosyeya Sûrî de du armancan pêk bîne.

Şîrovekar Dilbirîn Xelo dibêje ku armanca yekê ya dosyeya Îdlibê ye û ya din jî dosyeya bakurê Sûrîyê.

"Tirkîye wê hewl bide ji şerê Ukraynayê û helwestên dijî Rûsyayê sûdê li dosyeya Sûrîyê bike," Xelo ji Dengê Amerîka re got.

Kurdên Sûrîyê ku herêmên wan di navbera her du hêzên cîhanî Amerîka û Rûsya de dabeşkirî ne, hewl didin ku ji bandorên neyênî yê vî şerî dûr bikevin.

Hêjayî gotinê ye heta niha daxuyanî derbarê vî şerê Rûsya û Ukraynayê ji alîyê Kurdên Sûrîyê ve nehatine dayîn.

Rojnamevan Hoşeng Hesen dîyar dike ku Kurdên Sûrîyê bi tirs in ku nêzîkbûna Tirkîyê û Rûsya herêmên wek Kobanê heta Dirbêsîyê û Tiltemir dixîne metirsîyeke mezin.

Hesen dibêje ku wê Amerîka rê nede careke din nexşeya kontrolê li Sûrîyê ser hesabê Kurdan were guhertin.

Li alîyekî din nêrînên cûda hene ku dibêjin dibe di dawîyê de de Kurdên Sûrîyê û opozîsyona Sûrî nêzîkî hev bibin, tevî hemû astengî û zehmetîyan, bi taybet ku her du alîyê wekî dijmin li hev dinêrin, lê egera pêkanîna wê jî heye.

Rojnamevan Dilovan Çeto di wê bawerîyê de ye ku dibe yek ji encamên şerê Ukraynayê dûrbûna Tirkîyê û Rûsîyay be, ev yek li gorî birêz Çeto dê "bibe sedema nêzîkbûna opozîsyonê û Kurdên Sûrîyê."

Helbet şerê Ukrayna dê guherînên mezin li cîhanê bi giştî bike ne û Sûrîyê jî di nav de, nemaze ku hêzên bi bandor li Sûrîyê di dosyeya Ukraynayê de pir nakok in. Kurdên Sûrîyê çavê wan li şerê Ukrayna ye ku tîna agirê şer li wir dibe ku careke din şer li Sûrîyê jî gur bike.

ZO_03_07_2022_Tr_Rus_Kurds
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
XS
SM
MD
LG